Pentagonê ji Rûdawê re eşkere kir: Gelo Amerîka dê ji Îraqê vekişe?

10-01-2024
Nîşan Amerîka Îraq Vekişîn Pentagon Patrick S. Ryder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hêzên wan dê li Îraqê erkê xwe yê şewirmendiyê bidomînin.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder, bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku bala wan li ser nehiştina DAIŞê ye û peyama “Em ji Îraqê venakişin” da.

Berdevkê Pentagonê li ser mijara vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Îraqê pirsên Rêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Patrick S. Ryder amaje pê kir ku divê serkeftina li hemberî DAIŞê were parastin û DAIŞ careke din venegere.

“Em dê li Îraqê karê xwe yê şêwirmendiyê bidomînin”

Patrick S. Ryder li pirsa Diyar Kurde ya bi şiklê “We ji bo vekişîna ji Îraqê demek diyar kiriye, eger we demek diyar nekiribe hûn dê heta kengî bimînin?” wiha bersivand:

“Wekî hûn dizanin em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wê derê ne. Dê bala me dîsa li ser têkbirina DAIŞê be.

Em dê li Îraqê karê xwe yê şêwirmendiyê bidomînin. Herwiha ji bo serkeftina li hemberî DAIŞê were parastin û DAIŞ careke din venegre em bi mijûlî pêvajoyeke hevahengiyê ne da ku em li serê bi Hikûmeta Îraqê re guftûgoyan bikin.

Em tevlî gutfûgoyên Hikûmeta Îraqê yên navxwe nabin lê em dê şêwirmendiya xwe ya ji bo hevkarên xwe yên Îraqî bidomînin.”

“Em li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê li wê derê ne”

Berdevkê Pentagonê, li ser pirsa “We ji bo vekişînê demek diyar kiriye?” jî wiha got:

“Careke din dibêjim, em li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê li wê derê ne.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê du hezar û 500, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 120 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Amerîka jî demên dawiyê bersivê dide van êrişan û Heşdî Şebiyê dike armanc.

4ê vê mehê jî li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê hat kirin.

Piştre Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Rayedarên Îraqê jî da zanîn ku du kes hatine kuştin û heft kes hatine birîndarkirin.

Patrick S. Ryder amaje pê kiribû ku ev êriş ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û gotibû:

“Ebû Teqwa bi awayekî çalak beşdarî êrişên li hêzên me dibû.

Me jî tim gotiye mafê me yê xweparastinê heye û em dê hêzên xwe biparêzin.”

Piştî vê êrişê daxwazên li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê zêde bûn û gelek aliyan ev xwesteka xwe anî zimên.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî gotibû, “Em niha ji bo vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê demekê diyar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst