Erdogan û Reîsî civiyan: Mijar şerê Hemas û Îsraîlê ye

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Îsraîl Ozbekistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye û Serokkomarê Îranê civiyan û rewşa dawî ya şerê Xezeyê mijareke sereke ya civînê bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçoveya 16emîn Lûtkeya Hevkariya Aborî de li Taşkenta paytexta Ozbekîstanê bû li wê derê bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan û Reîsî di civînê de li ser krîza mirovî ya piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û pêngavên pêwîst ên ji bo çareseriyê û pêwendiyên dualî û navçeyî gotûbêj kirine.

Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de got:

“Serokkomar Erdogan di civînê de diyar kir ku Îsraîl bidawîanîna êrişên xwe dê li navçe û cîhanê xizmeta aştiyê bike û got, divê Rêxistina Hevkariya Îslamî di lûtkeya awarte de ji bo çareseriyeke dadmendane hewl bide.”

Li gorî daxuyaniyê Serokkomarê Tirkiyeyê ji Serokkomarê Îranê re gotiye ku Tirkiye amade ye di şerê Xezeyê de wek welatekî garantor berpirsyariyê wergire da ku mesele bigihe çareseriyê.

Erdogan herwiha aniye ziman ku divê welatên Îslamî jî li hemberî Îsraîlê xwedî helwest bin û zextên xwe yên li ser wê zêde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst