Moskowê li ser hevdîtina Erdogan û Esed daxuyanî da

09-08-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Rûsya Beşar Esed Recep Tayyîp Erdogan Mihail Bogdanov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand, divê ji bo rêkxistina hevdîtina Erdogan û Esed amadehiyên cidî bêne kirin û Moskow amade ye mazûvaniya vê hevdîtinê bike.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov derbarê egera hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de ji medya welatê xwe re axivî.

“Pêwîstî bi amadehiyên cidî heye”

Mihail Bogdanov got, “Eger serok bihatana ba hevûdu dê gelekî baş bûya lê ez wiha difikirim ku ji bo vê hevdîtinê pêwîstî bi amadehiyên cidî heye.

Em amade ne ku li Moskowê mazûvaniya hevdîtinên nûnerên fermî yên Enqere û Şamê bikin.”

Bogdanov diyar kir ku ji bo asayîkirina peywendiyên Enqere û Şamê bi Îran û Iraqê re jî hevdîtinan dikin û her du welat jî bi erênî nêzîkî asayîbûna her du aliyan dibin ku dê bandoreke erênî li rewşa Sûriyeyê bike.

Bogdanov herwiha got, “Daxwaza me ew e ku peywendiyên fermî yên Tirkiye û Rûsyayê li ser bingeha rêzgirtina du alî ya yekparçeyiya axê, yekitî û serweriya her du welatan bê asayîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst