ALMANYA - Mihafazakaran û Sosyal Demokratan li hev kir

09-04-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Tifaqa Mihafazakaran Partiya Sosyal Demokrat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê, Tifaqa Mihafazakaran CDU/CSU û Partiya Sosyal Demokrat, piştî muzakereyan îro li ser avakirina hikûmeta nû li hev kir.

Li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, tê payîn ku Serokê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU/CSU) ya rastgir Friedrich Merz dê bibe Şewirmendê Almanyayê.

Bi vî awayî Friedrich Merz, dê cihê Şewirmend Olaf Scholz bigire.

Tifaqa CDU/CSUya Friedrich Merz, di hilbijartinên 23yê Sibatê yên li Almanyayê de, bûbû partiya yekem.

Merz, ji bo avakirina koalîsyoneke ku xwedî piraniya parlementoyê be, çûbû cem partiya navendê çep a Scholz Sosyal Demokratan.

Lê belê, dê hinekî wext derbas bibe heta ku Parlamentoya Almanyayê, Merz wekî Şêwirmend hilbijêre.

Di çapemeniya Almanyayê de hat diyarkirin, tê payîn ku ev hilbijartin di meha Gulanê de were kirin.

Beriya her tiştî, pêwîst e peymana koalîsyonê di dengdana ku di nava endamên Partiya Sosyal Demokrat de bê kirin û di kongreya Tifaqa Merz de bê qebûlkirin.

Her du aliyan, meha borî, rêzikên tund ên deynan sivik kirin û planên ku armanca wan zêdekirina xerc û mesrefên parastinê û avakirina foneke mezin a bingehîn a ji bo vejandina aboriyê ye, ji parlementoyê derbas kirin.

Tevlîheviya ku ragihandina bacên gumrikê yên berfireh ên Donald Trump a li bazaran, zext li encamdayîna gotûbêjên koalîsyonê kir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Almanyayê de, rapirsiyên raya giştî jî nîşan didin ku piştgiriya ji bo Tifaqa Mihafazakaran li gorî encamên hilbijartinê kêm bûye û partiya tundrew a rastgir Alternatîf ji bo Almanyayê ku di hilbijartina meha sibatê de di rêza duyem de bû heta ku “valahiya siyasî” ya di siyaseta Almanyayê de berdewam bike, dê xurt bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst