Ji Amerîkayê daxuyaniya derbarê êrişên Tirkiyeyê

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Başûrê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew ragihand ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku operasyonên xwe yên leşkerî bi rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê re bi koordîne bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna xwe ya rojane ya rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Matthew Miller derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê axivî.

Miller diyar kir ku ew “metirsiyên Tirkiyeyê yên PKK çêdike” fêm dikin û got:

Me ji Tirkiyeyê xwestiye ku xelkê sivîl biparêze.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller herwiha da zanîn ku wan ji hikûmeta Tirkiyeyê xwestiye ku operasyonên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, bi rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê re bi koordîne bike.

Matthew Miller wiha got:

“Me ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku derbarê wan operasyonên leşkerî yên li derveyî sînorê xwe dike hevahengiyê li gel berpirsên Îraq û berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê bike.

Herwiha me xwest xelkê sivîl biparêze ku ziyan negihêje wan.

Em wê metirsiya berdewam fêm dikin ku PKK çêkiriye lê em ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku hevahengiyê li gel hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê û berpirsên din ên navxweyî bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst