Amerîkayê hişyarî da: Îraqê dikişînin nava şer

41 xulek berê
Diyar Kurde
Diyar Kurde û Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Diyar Kurde û Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Îraq Îran Komên Çekdar Êriş Bersiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Çekdarên nêzîkî Îranê, Îraqê dikişînin nava şerekî ku ti pêwendiya wê pê re nîne.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

“Hewl didin Îraqê bikişînin nava şerekî”

Matthew Miller destnîşan kir ku ew ji ber tevgerên kom û komikên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê dilgiran in û got:

“Em ji hebûna milîsên Îranê ya li Îraqê dilgiran in ku bi berdewamî aramiya herêmê xera dikin.

Ew çekdar hewl didin Îraqê bikişînin nava şerekî ku ti pêwendiya wê pê re nîne.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku ew ji bo parastina hêzên xwe bi Îraqê re pêwendiyê datînin û got:

“Em ji bo rêlibergirtina êrişên li ser hêzên Amerîkayê yên li Îraqê bi Hikûmeta Îraqê re di pêwendiyê de ne.”

Matthew Miller amaje pê kir ku ew ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraqê û hesabpirsîna ji komên ku êrişî hêzên Amerîkayê dikin jî bi Îraqê re pêwendiyê datînin.

Gelo dê Îsraîl bersivê bide wan koman?

Miller li ser egera ku Îsraîl bersivê bide komên çekdar ên li Îraqê jî wiha got:

“Ez nikarim behsa hûrgiliyên dîplomatîk bikim lê wekî me berê jî gotiye Îraq heq dike ku wan aloziyan li pey xwe bihêle ku bi deh salan e berstika wê girtiye.

Hebûna wan koman a li Îraqê cihê dilgiraniyê ye. Ew Îraq û herêmê nearam dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst