VÎDEO – Ji ber penîsê xwe bi ser neket, jê re teklîfa pornoyê hat

Duh li 02:42
Nîşan Anthony Ammirati Olîmpîyadên Paris 2024ê Penîs Porno
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Anthony Ammirati li Olîmpîyadên Parisê ji ber penîsê xwe bi ser neket lê teklîfa pornoyê jê re hat.

Li Olîmpîyadên Paris 2024ê tiştekî ecêb rû da.

Anthony Ammiratiyê yê ji Fransayê beşdarî pêşbaziyê xweqevastina bi rotê bû.

Anthony xwe di ser asteng re qevast lê penîsê (kîr, xir, tirik, endamê zayendî yê mêran) wî li asteng ket û asteng hat xwarê.

Anthony Ammiratiyê 21 salî ji ber vê yekê bi ser neket.

Piştî vê bûyera ecêb hat îdiakirin ku Anthony Ammirati teklîf standiye ku di fîlmên pornoyê de bilîze.

Hat gotin ku sîteya fîlmên pornoyê “CamSoda”yê 250 hezar dolar teklîfî wî kiriye da ku di fîlmên wan ên pornoyê de bilîze.

“Ez dê te xelat bikim”

Li gorî nûçeya TMZê, Alîkarê Serokê CamSodayê Daryn Parker ji Ammirati re nameyek şandiye û gotiye:

“Ku ez bim ez dê ji bo wî tiştî te xelat bikim ku her kesî dîtiye.”

Heman çavkaniyê got ku CamSodayê ji bo vîdeoyeke 60 xulekî 250 hezar dolar teklîfî Ammirati kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst