ALMANYA - Penaberekî dîwarê girtîgehê qul kir û reviya: Bêriya keça xwe kiriye!

07-03-2024
RÛDAW
ALMANYA - Penaberekî dîwarê girtîgehê qul kir û reviya: Bêriya keça xwe kiriye!
ALMANYA - Penaberekî dîwarê girtîgehê qul kir û reviya: Bêriya keça xwe kiriye!
Nîşan Almanya Penaberê Sûriyeyî Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberekî Sûriyeyî dîwarê girtîgehê qul kir û reviya. Wî di bersiva xwe de anî ziman ku bêriya keça xwe kiriye loma reviyaye.

Penaberekî Sûriyeyî yê bi navê Hisên R. li wîlayeta Bavaryayê ya Almanyayê bi sûcê dizîna tiştên li ser goristanan hatibû girtin.

Hisên R. bi kêvçî û tiştên xwarin û vexwarinê û kelûpelên ku di girtîgehê de peyda dibin, kunek çêkiriye û wekê tunelekê amade kiriye.

Wî 30 santîmetreyan kolaye, piştre çarşefên razanê bi hev ve girê dane û xwe ji bilindiya 6 metreyan berdaye xwarê.

Ew roja din ji aliyê polîsan ve hat girtin.

Li dadgehê dema ku dadwer jê dipirse çima reviyayî, wî gotiye bêriya keça xwe ya biçûk kiriye û loma reviyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst