Hannover - Kurdekî birêvebirê kampeke koçberan kuşt: Sedem çi ye?

1 demjimêr berê
Zinar Şîno
Berdevka dozgeriya bajêr Christina Wotschkeyê û Koçberê Sûriyeyî Ammar/Wêne: Rûdaw
Berdevka dozgeriya bajêr Christina Wotschkeyê û Koçberê Sûriyeyî Ammar/Wêne: Rûdaw
Nîşan Hannover Almanya Kuştin Kurd
A+ A-

Hannover (Rûdaw) - Li bajarokê Zarstadê yê Hannoverê yê Almanyayê birêvebirê kampeke koçberan ji aliyê Kurdekî bi navê Bêkes ve hat kuştin.

Birêvebirê kampê bi eslê xwe Efxan e û 61 salî bûye.

Cihê ku bûyer lê qewimiye kolana Jacobiyê yê başûrê Hannoverê ye.

Avahiya ku niha wekî kampê tê bikaranîn otêleke biçûk e û xwediyê wê ew bi kirê daye rayedarên koçberiyê yên Almanyayê.

Nêzîkî 25 ciwanên koçber li wir hatine bicihkirin.

Berdevka dozgeriya bajêr Christina Wotschkeyê li ser mijarê got:

“Beriya nîvro roja duşemê, bûyereke kuştinê li Zarstadê çêbû.

Kesekî 61 salî xwediyê otêla wekî kampa koçberan dihat bikaranîn e.

Gumanbar kesekî 35 salî ye û xelkê Îraqê ye ku li wê kampê dima.

Li gorî zaniyariyan, şerê devkî di navbera wan de çêbûye û gumanbar kêr bi kar aniye.

Ew kes birîndar dibe û piştre dimire.

Di heman demê de gumanbar hat girtin û niha lêkolînê li ser bûyerê tê kirin.”

Koçberekî ji Sûriyeyê yê ku li wê kampê dimînî bi xemgînî behsa bûyerê dike û Hacî Ehmedê xwediyê otêle dike.

“Di navbera wî û xwediyê otêlê de nakokî hebûn”

Koçberê Sûriyeyî Ammar li ser bûyerê got:

“Ew ciwanekî Kurd ê 35 salî ye, ciwanekî normal bû, navbera wî bi her kesî re baş bû.

Bi tenê bû, em hemû mat man ji tişta ku çêbû, kesî bawer nedikir ku bigihêje asta kuştinê.

Di navbera wî û xwediyê otêlê de nakokî hebûn lê nakokiyên biçûk bûn, şerê wan ê gotinan bû.

Xwediyê otêlê bi aqil bû, bersiva wî nedida, dema ku wî şaşitî dikir jî digot guh nedin wî.

Ew mirovekî pir baş bû, min ew wekî bavê xwe didît, rehma Xwedê lê be, em gelekî xemgîn in.”

Li bajêr kêm kes Bêkes nas dikin. Ew piştî ku 7 salan li Polonyayê maye, hatiye Almanyayê û serlêdana penaberiyê kiriye.

Ew li Hannoverê di xwaringeheke Kurdî de dixebitî.

Kesên ku Bêkes nas dikin, ji nav û bajarê ku malbata wî lê dijî bi guman in.

Dibe ku wî navê xwe guhertibe û ne ji Zaxoyê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst