Lavrov: Pirsgirêka Kurd dikare ji ber Amerîkayê biteqe

05-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ragihand, ku  pirsgirêka Kurd dikare ji ber kiryarên Amerîkayê pir bi ciddî biteqe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî de ragihand ku Amerîka hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan “nîvdewletekê” ava bike.

Lavrov di press konferansê de îdia kir ku Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne û  got: "Amerîkî hewl didin xweseriyek Kurdî bidin hev, ku dê xwediyê fonksiyonên nîv-dewletî be. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî razî bikin da ku ew li dij dernekevin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd dikare ji ber Amerîkayê biteqe û got: “Di vê rewşê de, mesele êdî ne tenê bi Sûriyê re, lê bi pirsgirêka Kurd re têkildar e, û dibe ku bi rengeke weha biteqe ku rewşa heyî xwezî pê bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst