Sûdanî: Ji bo ku herêm aram bibe divê êrişî Xeze û Libnanê neyê kirin

05-08-2024
Nîşan Antony Blinken Mihemed Şiya Sûdanî Rojhilata Navîn Xeze Şer Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Antony Blinken re got, “Ji bo ku herêm aram bibe divê êrişî Xeze û Libnanê neyê kirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi telefonê axivîn.

“Divê êrişî Xezeyê neyê kirin”

Li gorî daxuyaniyê Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî ji Blinken re gotiye:

“Ji bo ku alozî û tevlihevî li herêmê belav nebin divê êrişî Xezeyê neyê kirin û ev êriş Libnanê jî nedin ber xwe.”

Daxuyaniyê amaje pê kir ku Sûdanî û Blinken li ser “rola Îraqê ya ji bo aştî û aramiya li herêmê û rêlibergirtina aloziyan” axivîne.

Antony Blinken gotiye ku Washington dixwaze Îraq rola xwe bîne cih da ku rewşa li herêmê were kontrolkirin, alozî werin kêmkirin û piştgiriyê bide aştî û aramiya li herêmê.

Mihemed Şiya Sûdanî jî Blinken xwestiye ku “êrişên Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn bên rawestandin, hiqûqa navneteweyî neyê binpêkirin û şer belav nebin û krîz kûrtir nebin.”

Çi bûbû?

Fermandarê Hizbulahê yê bi navê Fuad Şıkir 30ê Tîrmehê li Beyrûtê di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî 31ê Tîrmehê li Tehranê hat kuştin.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye û ew dê heyfa wî hilînin.

Îsraîlê heta niha ev angaşt qebûl nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst