Merê herî kal ê Japonyayê mir: 112 salî bû

05-04-2024
Nîşan Sonobe Gisaburo Merê Herî Kal ê Japonyayê Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merê herî kal ê Japonyayê Sonobe Gisaburo di 112 saliya xwe de mir.

Li gorî ajansa Kyodoyê, Sonobeyê ku 6ê Çiriya Paşîna 1911an hatibû dinê, li Çibaya li rojhilatê Çînê miriye.

Şaredariyê ji ber sedemên malbatî roja mirina wî û sedema mirina wî ranegihand.

Piştî ku Nakamura Şigekiyê 111 salî sala 2022yan miribû, Sonobe bûbû merê herî kal ê Japonyayê.

“Merê herî kal ê cîhanê” Juan Vicente Perez Mora jî vê hetfeyê Venezuelayê di 114 saliya xwe de miribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst