Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Amerîkayê ji bo diyarkirina serokê nû ku dê welat bo dema 4 salan birêve bibe berê xwe dane ser sindoqan.
Li Amerîkayê proseya dengdanê ku Donald Trump û Joe Biden di rikaberiyê de ne, berdewam e û ber bi dawîbûnê ve.
Di vê hilbijartina ku tê çaverêkirina zêdetirîn beşdarî tê de hebe di dîroka Amerîkayê de, Encûmena Nûneran ku ji 435 endaman pêk tê, Senat ku ji 34 endaman pêk êt û hejmareke parêzgarên wîlayetan jî dê bên diyarkirin.
Zêdetir ji 100 milyon kesî di bin tedbîrên ji ber Cooronayê, dengên xwe bi rêya posta an jî bi çûna zû bo ser sindoqan bikar anîn.
Li beşek ji wîlayetên Indiana û Kentucky, bi dema Hewlêrê sindoq dê di 02.00an de bên girtin. Li Alaska û Hawaii jî ku dikevin aliyê rojava, dê sindoq bi dema Hewlêrê di demjimêr 09.00an de bên girtin.
Rêveberê kampeyna Biden, Jen O'Malley Dillon dibêje, “Aşkere ye ku em serdikevin” û got ew li Pennsylvania û Florida li pêş in lê eger bisernekvin jî ew dê bigihijin hejmara 270 delege.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ku serdana navendeke kampeyna hilbijartinê kir li Virginia got, “Ez niha gotareke bo binketin an serketinê nakim. Serkeftin hêsan e, binketin ti caran ne hêsan e ji bo min” û diyar jî kir ku ew li Florida, Arizona û Teksasê di rewşeke baş de ne.
Li aliyê din li gor rapirsiyan li Amerîkayê, Joe Biden ê Demokrat 6.0 li pêş Donald Trump ê Komarî ye.
