Çalakvanê Kurd li dijî Peymana Lozanê ber bi New Yorkê ve dimeşe

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kanî Xulam Peymana Lozanê Meşa Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek Kurdistanî û dostên Kurdan bi pêşengiya aktîvîstê Kurd Kanî Xulam di sed saliya salvegera Peymana Lozanê ya ku nehiştibû Kurd bibin xwedî statu, ji bo şermezarkirina peymanê ji Washington heta New Yorkê meşeke bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” li dar dixin.

Rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yorkê ve dest bi meşa xwe ya “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” kir. Heta nêzikî 20 kesan diyar kirine ku ew dê tevlî meşê bibin.

Di çalakiya ku ji aliyê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê ve hatiye organîzekirin de Xulam dibêje, ew ji bo şermezarikirina sedsaliya Peymana Lozanê, ku rê li avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdi girtibû, û di 4ê Temûzê Roja Serxwebûna Amerîkayê de ji bo ku bala Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya Amerîkayê bikşîne ser bidestxistina mafên kurdan vê meşê lidar xistine.

Meşa Kanî Xulam a 530 kîlometreyî ku îro dest pê kir, tê plankirin ku 24 rojan de ango di 24ê Tîrmehê de ku Peymana Lozanê hat îmzekirin bi dawî bibe. Gelek aktîvîstên Amerîkî, dostên Kurdan û Kurdên li dîasporayê dijîn jî piştgirî didin çalakiya Xulam.

Beriya ku çalakvanê Kurd Kanî Xulam dest bi meşa xwe bike, gelek hevalên Kurd ji bo piştgiriyê hatin cihê ku meşê lê dest pê bike û hinek pêwîstiyên sereke yên weke xwarin, vexwarin, keresteyên din jê re amade kirin.

Beriya destpêkirina meşa xwe Kanî Xulam ji nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî û wiha got:

“Sed sal berê bi peymana Lozanê neheqiyeke mezin, xeletiyeke mezin li ser gelê Kurd, li ser Kurdistanê hat kirin. Îro sed sal derbas bûye. Êzê îro bi rê bikevim, 24 roj di rê de bim. 24ê Temûza 2023yên dibe sed saliya Peyman Lozanê. Ez vê xelet dibînim û ez li dijî vê peymanê bi rê ve diçim. Ez dixwazim meseleya Kurd û Kurdistanê bê ziman. Amerîkî bila meseleya Kurdan nas bikin û piştgiriya Kurdan bikin.”

Xulam li ser pirsa dema ku bigihîje Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yokrê dê çawa dengê xwe bigihîne rayedaran wiha bersivand:

“Di çalakiyên wisa de zêdetir em dixwazin gel bidin pişta xwe, dostên Kurdan zêde bikin. Ez îro dikevim rê û 8 roj şûn de li bajarekî bin navê wî Lancaster e. Duh nivîskarekî li wê derê nivîseke gelek xweş nivîsandibû ji bo rojnameya Lancaster. Çalakiyên wisa pir giring in. Mirov nizane 24 roj gelek wext e. Eger Kurd û dostên Kurdan piştgirya vê çalakiyê bikin, ez bawer im ewê deng bide. Wê wextê em dikarin nûnerê Netewên Yekbûyî jî ziyaret bikin. Piştgiriya Kurdan, piştgiriya dostên Kurdan, piştgiriya Amerîkiyan ji bo me giring e.

Herwiha Xulam da zanîn ku di dema meşê de dê geleke dostên wî tevlî meşê bibin û wiha berdewam kir “Êz dê 24 roj di rê de bim, nêzikî 20 kesan gotine `Emê werin. Hinekan gotine emê ni roj bi we re bin, hinekan gotine emê rojekê bi te re bin, hinekan gotine emê 3 roj bi te re bin, hinekan gotine emê 5 roj bi te re bin.` Kî bi me re be ser serê me ser çavên me. Ji bo Kurdan e, ji bo Kurdistanê ye, ji bo banga Kurdan e, ji bo navê Kurdan e, ji bo axa Kurdan e. Ser serê me, ser çavên me qîmeta wan ji bo me heye.”

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an  li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnan, Japan, Romanya,  Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.

Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.

Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ku avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, derbasdariya xwe winda kir.

“Behsa avakirina Kurdistanê û sînorên wê hat kirin”

Damezrandina Kurdistanê û sînorên wê di xalên 62, 63 û 64an de, ku di beşa sêyem a peymana Sevrê ya ku di sala 1920-an de hat îmzekirin, bi zelalî bi navê Kurdistanê hatibû behskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst