Agir bi avahiya 6 qatî ket: Bi dehan mirî û birîndar hene

01-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dakka Bangladeş Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dakkaya paytexta Bangladeşê agir bi avahiyekê ket, herî kêm 43 kesan canê xwe ji dest da.

Wezirê Tenduristiyê yê Bangladeşê Samanta Lal Sen ragihand ku li herêna Bailey Roadê ya Dakkayê agir bi avahiyeke 6 qatî ketiye.

Samanta Lal Sen da zanîn ku di encama şewatê de 43 kesan canê xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Wezîr Sen diyar kir ku tîmên agirkujê xebatên xwe yên rizgarkirinê didomînin û birîndar jî tên dermankirin.

Li aliyê din, tîmên agirkujê jî da zanîn ku di xwarigeheke qata yekem a avahiyê de derketiye û ji ber agir gelek kes asê mane.

Tîmên rizgarkirinê jî da zanîn ku heta niha 75 kes bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst