Li Swêdê pêleke nû ya tundiyê dest pê kiriye

01-02-2025
Hêmin Ebdullah
 Hêriş Haşim / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hêriş Haşim / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Swêd Hêriş Haşim Tundî Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hefteya borî du nûçe ji Swêdê hem diyaspora Kurdî li wî welatî û hem li derveyî Swêdê jî rahejand.

Ya yekem nûçeya kuştina kedkarekî Kurd bi navê Hêriş Haşim Ezîz bû ku wekî Hacî Hêriş dihat naskirin.

Ya duyem jî nûçeya kuştina koçberekî Îraqî di dema weşaneke zindî ya TîkTokê de bû.

Ew koçber di medyayan de bi wê yekê bi nav û deng bû ku Quran şewitandibû.

Berê kurekî Hacî Hêriş li Swêdê hatibû kuştin. Wê demê li wê dikana ku tê de hatiye kuştin wî ji Rûdawê re wiha behsa kuştina kurê xwe û bêzariya xwe kiribû.

“Dibe ku wekî tolvedan kurê min kuştibin”

Hêriş Haşim Ezîz ku kurê wî hatiye kuştin ji bo Diyasporayê axivî û got:

"Berî 3 salan kurekî min ê 26 salî şehîd bû, her li nêzîkî taxa me, piştî sê salan hîn jî polîsan kujerê wî nedîtiye, her çend min navê kujer ji polîs re gotiye û min wêne jî nîşanî wan dane lê heta niha polîsan ew negirtiye.

Bi rastî polîsan ji me re got ku rasterast kêşeya kurê min bi ti kesî re nebû lê hevalên wî li vir hemû koma kom in, kêşeya hevalên wî hebû, dibe ku wekî tolvedan kurê min kuştibin."

Hêriş Haşim her wiha got:

“Li vir ku tu zarok perwerde dikî li malê bi rengekî ye û li derve bi rengekî din e, ji bo mînak tu nikarî bi ti awayekî tund bî bi wan re, em bi xwe bav û dayika me dema hinekî tundûtijî bi me re dikirin eger me tiştek kiriba lê li vir ne ji mafê te ye ku tu ti cure tundiyekê li hemberî zarokê xwe bikî, yanî qedexe ye.

Eger cihekî zarokekî şîn bibe, li mal be li dibistanê be, eger bibînin yekser dikeve gilî û sosyal û dibe ku zarokê te jî ji te bistînin ku te azar daye."

Dîsa li ser tundiyê  û kuştinên li Swêdê, Selam Kurde Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî ku yekem Kurd bû ku di medyaya Swêdê de û piştre di bernameya Diyasporayê de jî zengila hişyarkirinê li ser tundiya Swêdê lêxist ku roj bi roj zêdetir dibe, bû mêvanê Diyasporayê.

Wî li ser vê mijarê ragihand ku tenê di nava mehekê de, Swêd bûye şahida 33 teqîn û kiryarên tundiyê ku piraniya wan têkildarî komên sûcdar in. Ev jî bûye sedema nîgeraniyê li cem dezgehên ewlehiyê û welatiyan.

“Rewş li Swêdê gihiştiye asteke xofdar”

Selam Kurde wekî çavdêrekî rewşa civakî li Swêdê got, "Rewş li Swêdê gihiştiye asteke xofdar ku tewra li Texasê jî nayê dîtin. Polîsê Swêdê ji ber sînordariya qanûnan nikare rewşê kontrol bike."

Li gorî agahiyan, beşeke mezin a tundiyan di encama nakokiyên di navbera komên sûcdar de derdiekvin holê ku ji bo kontrolkirina bazara madeyên hişber û sepandina bacê li ser xelkê şerê hev dikin.

Selam Kurde eşkere kir ku du komên sereke li pişt piraniya tundûtîjiyan hene, ku yek ji wan girêdayî Kurdên Başûr û ya din jî têkildarî Kurdên Bakur e. Vê dawiyê, kuştina jinekê bû sedema destpêkirina şer di navbera her du koman de.

Selam Kurde dibêje, "Niha çek bûye tiştekî gelekî asayî. Her çiqas li ser kolanan nayê dîtin jî, lê piraniya ciwanan çek, teqemenî û narincokan bi xwe re digerînin. Ev jî rewşeke bêhempa ye li Swêdê."

Kurde zelal kir ku federasyon û navendên revenda Kurdî li Swêdê nîgeraniya xwe anîne zimên ku van tundûtîjiyan bandoreke xerab li ser navûdenga Kurdan li Swêdê çêkiriye. Wan di civînekê de bi berpirsên hikûmetê û medyaya Swêdî re, daxwaz kirine ku şaşiyên takekesî nexin stûyê civaka Kurdî bi giştî de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst