Şahbanûya Danmarkê textê xwe ji kurê xwe re hişt

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Danmark Şahbanû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şahbanûya Danmarkê Margretheya Duyemê ragihand ku ew dê 14ê Kanûna Paşînê ji ser textê xwe dakeve û kurê wê dê bibe Şahê nû yê Danmarkê.

Şahbanûya Danmarkê Margretheya Duyem di axaftina xwe ya sersalê de ragihand ku ew dê ji bo ku rê li ber kurê xwe Şahzade Frederik veke dest ji desthilata xwe berde.

Şahbanûya Danmarkê Margretheyê diyar kir ku 14ê Kanûna Paşînê, di 52yemîn salvegera hatina xwe ya ser text de dê cihê xwe ji kurê xwe re bihêle.

Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen ji bo dilsoziya wê ya Şahnişîniyê û hewldanên wê yên bêwestan spasiya Şahbanûya Danmarkê kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Danmarkê ve hat dayîn de wiha hat gotin:

“Şahzade Frederik dê di sala nû de bibe Şah. Şahzade Mary jî dê bibe Şahbanû. Dê şahek û cotekî nû yê şahnişîniyê hebe. Ji ber ku em dizanin ew ji bo berpirsyarî û erkê amade ne em li benda wan in.”

Şahbanûya Danmarkê Margretheya Duyema 83 salî sala 1972yan tac danî ser serê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst