Amedsporê dest bi firotina kartên passolîgê kir: 'Piştgiriyê bidin Amedsporê'

Duh li 04:08
Abdulselam Akinci
Nîşan Amedspor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber Amedspor îsal di Lîga 1em a TFFy de ye divê alîgir ji niha ve karta passolîg bistînin.

Werza nû Lîga 1em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) di 9ê Tebaxê de destpê dike,

Lewra li gorî mevzûatê bê passolîg ketinha yarîgehan û şopandina yariyan ne pêkan e.

Yanî wekî berê bilêtên kaxiz nîn in û êdî bi wê karta dîjîtal alîgir dê bilêtên yariyan bar bikin û wisa karibin yariyan temaşe bikin.

Hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bangî alîgirên Amedsporê kirin ku passolîg bikirin.

Alîgirên Amedsporê ne ku ji bo stendina karta passolîgê ketine dorê.

Ji ber ku Amedspor dê îsal di Lîga 1em a TFFyê de têbikoşe alîgirên ku dê yariyên tîma keskesor bişopînin mecbûr in ku karta passolîg ango karta ku bi awayek dîjîtal bilêtên yarîyan lê tên barkirin bistînin.

“Bi karta passolîgê hem li Amedê hem jî li deplasmanê dikarin bikevin hemû yariyan”

Endamê Lijneya Rêvebir a Amedsporê Nedîm Dalga got, “Berdêla passolîgê 164 lîre ye.

Ji bilî wî jî divê ji bo her yariyekê alîgir bilêtê lê bar bikin. Zagon ev e. Karta passolîg ev e.

Bi karta passolîgê hem li Amedê hem jî li deplasmanê dikarin bikevin hemû yariyan.”

Lîg di 9ê Tebaxê de dest pê dike

Di werza nû ya lîgên futbolê de Amedspor dê di 9ê Tebaxê de li deplasmana Stenbolê bi Fatîh Karagumruksporê re bileyîze.

Lê tevî demek kurt jî maye heta niha tene 10 hezar passolîg hatine firotin.

“Bêyî piştgiriya alîgiran serkeftin ne mumkun e”

Serokê Lijneya Şêwirê ya Bilind a Amedsporê Bûrç Baysal wiha anî ziman:

“Bêyî piştgiriya alîgiran serkeftin ne mumkun e. Ev di tabîeta vî karî heye.

Pêwîstîya Amedsporê bi piştgiriyeke zêde ya alîgiran heye ku ev jî bi endametî û stendina passolîgê mumkun e.”

Alîgir daxwaza zêdekirin xalên firotina passolîgê dikin

Passolîgên Amedsporê di halê heyî de li Amedê tenê li Amed Storê ku li mola Ceylanê te tên firotin.

Herwiha li ser malpera Passolîgê jî alîgir dikarin passolîg bistînin.

Lê alîgir daxwaz dikin ku hejmara xalên firotina passolîgê werin zêdekirin.

Alîgirê Amedsporê Mehmet Demîr diyar kir, “Min zarokên xwe jî di erebeyê de hîştine û ez ji bo Amedsporê hatim.

Ji saet 16an ve li vir im. Zarok jî deqeyekê carek têlefonî min dikin.”

“Bila serok çareyekê bibine wiha nabe”

Alîgirê Amedsporê Ercan Demîr ragihand, “Hinekî zehmet e. Weleh pişta me diêşê.

Dibêjin hejmara firotina passolîgê kêm e lê hûn dorê dibînin. Bila serok (Azîz Elaldi) çareyekê bibine wiha nabe.

Alîgirê Amedsporê Bertan Çelîk wiha axivî, “Ez ji bo şopandina maç an hatime ji xwe re passolîg derxim.

Di sezona îsal de jî înşelah em ê bibin şampiyon.”

“Alîkarî û piştgiriyê bidin Amedsporê”

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn jî passolîg stendin û bangî alîgirên Amedsporê kir ku ew jî passolîg bikirin.

Serra Bûcakê got, “Me îro kartên xwe ya passolîgê stendin.

Heta dawiya sezonê em dê bi van kartên xwe yên passolîgê karibin hemû yariyên Amedsporê bişopînin.”

“Em dê îsal dîsa Amedsporê bikin şampiyon”

Dogan Hatûn wiha bang kir, “Em ji bo alîkariya Amedsporê hatine ku em passolîg bistînin.

Em dixwazin ku gelê me jî bi hev re û yên ji Amedsporê hez dikin werin ji bo passolîgê serî li storê bidin û alîkarî û piştgiriyê bidin Amedsporê.

Em dê îsal dîsa Amedsporê bikin şampiyon.”

Alîgirên ku passolîg stendibin piştî barkirina bilêtên yariyan bi wê karta xwe hem yariyên Amedsporê yên li Amedê hem jî yariyên tîma xwe yên li deplasmanê dê bikaribîn bişopînin ku ev jî ji bo wan asankariyekw mezin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst