Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Hewlêrê di hefteya 37an a Lîga Stêrkên Îraqê de serkeftineke girîng bi dest xist û li deplasmanê bi encama 2-1 zora tîma futbolê ya Zaxoyê bir.
Tîma Hewlêrê li stadyuma Zaxoyê derket pêşberî tîma mazûvan.
Tîma mêvan zû dest bi êrişên xwe kir û lîstikvanê Hewlêrê Christian Barco xuleka 10an ji ber xeletiyeke xeta parastinê ya Zaxoyê gola yekem avêt.
Barco piştî golê wekî Cristiano Ronaldo şahî kir.
Nîveka ewil a maçê bi serkeftina Hewlêrê bi dawî bû.
Di nîveka duyem de, Christian Barco xuleka 62yan bi penaltiyê gola duyem a tîma xwe avêt.
Wî vê carê jî wekî lîstikvanê Chelseayê Cole Palmer şahî kir.
Piştî vê golê Zaxoyê ji bo wekheviyê zextên xwe zêde kirin.
Zaxoyê xuleka 73yan bi gola Amjad Attwan ferq daxist 1ê.
Tevî hewlên Zaxoyê yên di xulekên dawî de, maç bi serkeftina Hewlêrê ya 2-1 bi dawî bû.
Hewlêrê puanên xwe gihandin 76an
Tîma futbolê ya Hewlêrê bi vê serkeftinê puanên xwe gihandin 76an.
Hewlêr heta hefteya dawî ya lîgê ji bo parastina rêza duyem û misogerkirina kursiyekê ya di Lîga Şampiyonan a Asyayê 2 de têdikoşe.
Tîma Zaxoyê jî piştî vê maçê bi 53 puanan di rêza 9an a lîgê de cih girt.

