Ciwanê Kurd Cemîl Karahan bû şampiyonê cîhanê

29-11-2021
Murat Ozdemîr
Nîşan Cemîl Karahan Enwer Karahan Judo JIU-JITSU Abu Dabî Kurd Dêrika Çiyayê Mazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd Cemîl Karahan li Abu Dabiyê di kategoriya xwe de bû şampiyonê judoyê yê cîhanê. Wî ciwanê Kurd heta niha gelek xelat wergirtine.

Li Abu Dabiya paytexta Îmaratê şampiyonaya werzişa JIU-JITSU (Judoya Brazîlî) birêve çû û ciwanê Kurd ê bi navê Cemîl Karahan serkeftineke dîrokî tomar kir.

Cemîl Karahan di çarçova wê şampiyonaya Judoyê de, di kategoriya xwe ya 94 kîlo de bû şampiyonê cîhanê û Xelata Zêr wergirt.

Ciwanê Kurd Cemîl Karahan ku bi piştgiriya xêrxwazan xebatên xwe yên werzişê berdewam dike, li Swêd, tevahiya Ewropa û cîhanê hejmareke zêde ya xelatên navdewletî wergirtine.

Herwiha Cemîl Karahan ku di hemû pêşbirkên xwe de bi ala Kurdistanê derdikeve, alîkariya ciwanan jî dike ku di vê beşa werzişê de pêş bikevin.

Cemîl Karahan li ser serkeftina xwe ji Rûdawê re amaje bi wê kir ku heta bigihije vê astê gelek hewl daye û dê li ser hewl û xebatên xwe jî berdewam be.

Karahan diyar dike, “Ez gelek kêfxweş im ku di van şampiyonan de wek kesekî Kurd derdikevim pêş û biserdikevim.”

Ev ciwanê Kurd spasiya Rûdawê jî dike û dibêje piştî ku zanyariyên derbarê min de belav kirin, “Xelkekî zêde yê Kurd piştevaniya xwe ji min re derbirîn. Ji bo vê piştevaniyê ez spasiya hemû gelê Kurd dikim.”

Li ser plan û pêşbirkên pêşerojê jî Cemîl Karahan eşkere dike, “Di dawî pêşbirkê de parsûyê min êşa, lewma ez dê hinekê bêhna xwe vedim. Dawiya meha Sibatê jî ez dê biçim Romaya Îtalyayê û beşdarî Şampiyonaya Ewropayê bibim.”

Cemîl Karahan

Cemîl Karahan ji Dêrika Çiyayê Mazîyê ya Bakurê Kurdistanê ye. Sala 1991an jidayîk bûye û sala 1998an li gel malbata xwe wek penaberên siyasî koçberî Swêdê bûye.

Karahan li gel perwerdeya xwe, sala 2012an dest bi werzişa `JIU-JITSU (Judoya Brazîlî)` kir û sala 2017an bo tîma niştimanî ya Swêdê hat hilbijartin.

Ciwanê Kurd heta niha bi piştgiriya xêrxwazên Swêdî, Îngilîzî û Belçîkî karên xwe werzişê dimeşîne û li gel werzişa xwe alîkariya ciwanan dike ku ew jî di vê beşa werzişê de serbikevin.

Cemîl Karahan ji sala 2018 û heta niha alîkariya 30 xortan kiriye û fînansmana wan kiriye ku di vî warî de bawername bistînin. Ev derdora milyon û nîv kronê Swêdî dike ku xêrxwazekî Swêdî sponsoriya wan kir û ciwanê Kurd jî bû pirek di navbera wan de.

Ciwanê Kurd Cemîl Karahan heta niha ev xelat wergirtine:

Şampiyoniya Swêdê

2016 – Xelata Zêr - 88 kg

2017 - Xelata Zêr - 94 kg

2019 - Xelata Zêr - 100 kg

Şampiyoniya Ewropayê

2017 - Xelata Zêr - 88 kg

2018 - Xelata Zêr - 94 kg

2018 - Xelata Zêr 

Şampiyoniya Cîhanê

2020 - Brons - 94 kg

2021 - Xelata Zêr - 94 kg

Cemîl Karahan jibilî van xelatan, li Swêdê sala 2018an `Xelata Kesayetê Nimûne` ya salê wergirt û sala 2019an jî hêjayî Xelata Gel hat dîtin.

Li aliyê din bavê wî ciwanê Kurd, Enwer Karahan ku ew bi xwe jî nivîskar e, li hejmara xwe ya Twitterê di peyamekê de amaje bi bê dewletbûna Kurdan kir û got, “Heger dewleta te tune be, tu bûbî şampiyonê dinyayê jî tu qedrê wê tune ye...”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst