Stadyûm ne hazir e: Amedspor û Yenî Malatyaspor dê li kû bilîzin?

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Yenî Malatyaspor Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro Amedspor û Yenî Malatyaspor di 7emîn hefteya Lîga Yekemîn de tên pêşberî hev.

Ji ber ku Stadyûma Amedsporê ne hazir e lîstika Amedspor û Yenî Malatyasporê dê saet 16:00an li Stadyûma 11ê Nîsanê ya Rihayê were lîstin.

Di lîgê de heta niha Yenî Malatyasporê ti puan bi dest nexistine û di rêza 20emîn de ye.

Amedsporê jî di 6 lîstikan de bi giştî 9 puan bi dest xistine û di rêza 10emîn de cih digire.

Amedsporê hefteya borî li Stadyûma Diyarbakirê bi Bolusporê re lîst û encam 1-1 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst