Hewlêr (Rûdaw) - Di maça Kupaya Cîhanê ya Îraq û Fransayê de Fransa bi 3-0 bi ser ket.
Fransa bi vê encamê bi awayekî fermî derbasî qonaxa 32yan a Kupaya Cîhanê ya 2026an bû.
Di maçê de xweza jî bû beşek ji senaryoyê û ji ber bahozê maç hat rawestandin.
Maça ku li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê hat lîstin, ne tenê hevrikiya li nav qadê bû.
Di dawiya nîvê yekem de bahoz û birûskên tund li stadyumê dan.
Ji ber vê yekê komîteya amadekar ji bo parastina canê lîstikvan û alîgiran maç 2 saet û 12 xulekan rawestand.
Stadyum hat valakirin û piştî ku rewşa hewayê asayî bû maçê ji nû ve dest pê kir.
Mbappe û Dembele bûn stêrkên maçê
Li nav qadê Fransayê her ji destpêkê ve serdestiya xwe nîşan da.
Kylian Mbappe xuleka 14an bi lêdaneke xurt a bi lingê xwe yê çepê gola yekem kir û tîma xwe bi pêş xist.
Piştî rawestandina demdirêj a ji ber bahoz û baranê, Mbappe xuleka 54an careke din derket ser dikê û piştî xeletiyeke parastina Îraqê gola xwe ya duyem kir.
Fransizan êrişên xwe domandin û xuleka 66an Ousmane Dembele bi paseke xweşik a Michael Olise gola sêyem kir.
Bi vê golê karê Îraqiyan bi temamî zehmet bû.
Her çend Elî Hemadî xuleka 75an derfeteke zêrîn ji bo Îraqê bi dest xist jî lêdana wî ji kêleka stûnê re çû û wî nekarî encamê biguherîne.
Çavê Îraqê li maça Senegalê ye
Bi vê serkeftinê Fransayê puanên xwe kirin 6 û derbasbûna xwe ya qonaxa 32yan misoger kir.
Li aliyê din, niha hemû çav li maça bê ya Îraqê ya li hemberî Senegalê ne.
Pêwîstiya Îraqê bi serkeftinê heye ku xewna xwe ya mayîna li Kupaya Cîhanê zindî bihêle.
#WÊNE - Fransayê bi 3 golan îman li Îraqê çikand
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 23, 2026
⚽ Di maça 2yemîn a Koma Iyê ya Kupaya Cîhanê de tîmên neteweyî yên Fransa û Îraqê hatin pêşberî hev
🏟️ Maç li Stadyuma Philadelphiayê ya li bajarê Philadelphiayê yê Amerîkayê hat lîstin û 3-0 bi serkeftina Fransayê bi dawî bû pic.twitter.com/1CwPP2PkUH




