Dusseldorf (Rûdaw) - Nebez Qurban niha li Stockholmê xwediyê akademiyeke werzîşê ye li û hewl dide nifşekî nû yê werzîşvanan perwerde bike.
Em dizanin ku gelek Kurd li Swêdê dijîn û gelek ji wan serkeftî ne. Her yek ji wan di qadekê de.
Wekî nimûne Nebez Qurban ku di zaroktiyê de çûye wî welatî, bûye rahênerekî navdar ê werzişê.
Li dilê Stockholma paytexta Swêdê, di nav bi sedan rahênerên werzîşê de navek dibiriqe ku baweriya werzîşvanên Swêd û Ewropayê bi dest xistiye û kariye bi jêhatîbûn û dilsoziya xwe nav û dengekî taybet ji xwe re çêke.
Ew kes Nebez e, koçberekî Kurd e ku ji kolanên Xaneqînê ber bi xeyalên xwe gav avêtiye û niha li Swêdê wekî rahênerekî serkeftî tê naskirin û di hilbijardeya Swêdê û yaneyên bi nav û deng ên Ewropayê de kar kiriye.
“Ez gelekî bi zû bi cîhana werzîşê ve hatim girêdan”
Rahêner Nebez Qurban ji Rûdawê re got:
"Dema temenê min 8 sal bû, em ji şer reviyan û hatin Swêdê. Wekî her zarokekî, ez bi lezgînî ketim dibistanê û li vir dersa werzîşê gelek bû.
Ez di zûtirîn dem de bi cîhana werzîşê ve hatim girêdan. Cara pêşî min werzîşa hokî, serberf û lîstika bandiyê dikir û piştî dibistanê jî min lîstika tenîsa sermaseyê dikir.
Li welatê Swêdê giringiyeke mezin didin werzîşê û bi awayekî her kes derfeta wî ya beşdariya werzîşê heye.
Piştre futbolê bêhtir bala min kişand û min xwe di wê de dît. Piştî çend salan, ez bi awayekî fermî ketim nav dinyaya werzîşê, bi taybetî lîstikên qad û meydanê."
Ji ber rewşa siyasî nekarî xeyalên xwe li Kurdistanê pêk bîne
Nebez sala 1972an li bajarê Xaneqînê ji dayik bûye. Ji ber rewşa dijwar a siyasî ya malbata xwe nekarî xeyalên xwe li Kurdistanê pêk bîne lewra sala 1981ê berê xwe da Ewropayê û li Swêdê bi cih bû.
Li Swêdê, Nebez derfeteke nû ji xwe re dît. Destpêkê beşdarî xulên rahêneriyê bû û paşê wekî rahênerê laşî li yaneyên werzîşê dest bi kar kir.
Nebez Qurban da zanîn ku ji temenê 15 saliya xwe ve ew di pêşbirkên asta Swêdê de lîstiye û wiha domand:
“Min medalyaya zêrîn di lîstika yek pasê de bi dest xistiye digel çendîn medalyayên din. Lîstikên wekî bazda 100 metreyan, rim û avêtina hesin.
Di wê demê de min biryar da ku rojekê ji rojan bibim pehlewanê Olimpîkê. Ev jî ji bo min bû xeyaleke mezin. Piştre ez di hilbijartinên nûgihîştî û mezinên qad û meydanê de hatim wergirtin.
Qad û meydan li welatê Swêdê werzîşeke giran e."
Nebez di demeke kurt de karî xwe îspat bike û bi şêwazên nû yên rahênanê û têkiliyên xurt digel werzîşvanên Swêdê û Ewropayê serkeftinên mezin bi dest bixe.
Nebez her dem hewl dide tiştên herî baş pêşkêşî lîstikvanên xwe bike. Wek ku ew dibêje, "Rahênan ne tenê pêkanîna meşqan e, lê avakirina kesayetiyeke bihêz û baweriya bi xwe ye."
“Li Kurdistanê werzîş bi paşmaye”
Nebez Qurban eşkere kir ku ew Di heyama 8 salan de ez bûye rahênerê taybet ê lîstikvanên hilbijartiya bin 21 salî û got:
“Min rahênana taybet bi piraniya lîstikvanan kiriye. Sala 2015an wan cama Ewropayê bir. Ev hemû ne qenciya min bû, lê lîstikvan û rahênerê wan jêhatî bûn.
Lê ez dibihîzim ku min karekî baş bi wan re kiriye. Sala 2009an ez vegeriyam bo beşdarîkirina di konferanseke werzîşê de.
Cara yekem çûm Şeqlawe bo projeyeke werzîşê, paşê vegeriyam Hewlêrê bo konferansê. Min bi çavên xwe dît ka werzîş li Kurdistanê çawa ye.
Min hest kir ku hinekî paşmayî ye lê çalakî jî gelek bûn. Xewna min her dem ew bû ku tiştekî ji bo welatê xwe bikim.
Min gelek mirovên baş û jêhatî dîtin ku dixwestin bixwînin û di warê werzîşê de pêş bikevin, lê 'em çi dikarin bikin?' pirsa sereke ev e."
Nebez niha xwediyê akademiyeke werzîşê ye li Stockholmê û hewl dide nifşekî nû yê werzîşvanan perwerde bike. Ew her tim tekeziyê li ser wê yekê dike ku werzîş ne tenê ji bo bidestxistina medalyayan e, lê ji bo jiyaneke tendirust û bextewar e.
“Min li gel hemû lîstikvanên mezin ên hilbijartiyê kar kiriye”
Rahênerê Kurd her wiha got, "Li vir, ez çendîn caran hatim gazîkirin ku bo hilbijartiya Swêdê rahênanê bikim.
Min li gel hemû lîstikvanên mezin ên hilbijartiyê kar kiriye, yek ji wan jî Zlatan e ku mezintirînê Swêdê ye û yek ji mezinên cîhanê ye. Kî heye ku nexwaze rahênanê bi Zlatan bike? Zlatan lîstivanekî yekta bû, kurekî pir baş e.
Ez gelekî nêzîkî yaneya Madridê me, ez her dem serdana wan dikim. Alvaro gelekî hevalê min e ku di Liverpool û Westhamê de jî lîstiye lê niha tenê ji yaneya Madridê re kar dike.
Me dixwest bi hev re vê projeyê li bajarê Madridê ava bikin lê webaya koronayê karê me rawestand, lewra min li vir proje ava kir."
Nebez nimûneya wan kesan e ku tevî hemû astengiyan dikarin serkeftinê bi dest bixin.
Wî bi jêhatîbûn û dilsoziya xwe kariye navê xwe di warê werzîşê de li Swêd û Ewropayê tomar bike û bibe cihê şanaziyê ji bo Kurdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse