Almanya, Portugal, Fransa û Spanya derbasî nîv-fînalê bûn

24-03-2025
Nîşan UEFA Lîga Neteweyan Almanya Portugal Fransa Spanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga Neteweyan a UEFAyê de Almanya, Portugal, Fransa û Spanya derbasî nîv-fînalê bûn.

Di Lîga Neteweyan a UEFAyê maçên duyemîn ên çaryeka fînalê hatin lîstin û Almanya, Portugal, Fransa û Spanya derbasî nîv-fînalê bûn.

Portugal di maça xwe ya ewil de li hemberî Danîmarkayê 1-0 têk çûbû.

Maça duyem a ku şeva borî hat lîstin 3-2 qediya û lîstik dûvdirêj bû.

Di xulekên mayî de Trincão û Gonçalo Ramos torên Danîmarkayê hejandin û maç 5-2 qediya û Portugal nîv-fînalê bû.

Almanyayê di maça ewil a çaryeka fînalê de Îtalya 2-1 biribû, maça duyemîn de 3-3 wekhev ma û Almanya derbasî nîv-fînalê bû.

Maça yekem a Spanya û Holendayê 2-2 qediyabû. Lîstika duyem jî 2-2 xelas bû û maç dûvdirêj bû.

Her du aliyan jî di xulekên dirêjkirinê de golek kir û lîstik 3-3 temam bû

Spanya di penaltiyan de bi 5-4 bi ser ket û derbasî nîv-fînalê bû.

Fransa di lîstika yekem a çaryeka fînalê de li pêşberî Xirwatistanê 2-0 têk çûbû lê di maça duyem de bi heman skorê bi ser ket û ev lîstik jî dûvdirêj bû.

Fransa di lêdanên penaltiyan de 5-4 bi ser ket û derbasî nîv fînalê bû.

Di maçên de nîv-fînalê de Almanya û Portugal bi hev re û Spanya û Fransa bi hev re dilîzin.

Maça Almanya û Portugalê 4ê Hezîranê û ya Spanya û Fransayê jî 5ê Hezîranê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst