Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê navdar ê cîhanê Cristiano Ronaldo li rîngê boksorê Kurd Egîd Kabayel pîroz kir.
Boksorê Kurd Egîd, ku bi ser navê Almanyayê beşdar e, li Erebîstana Siûdiyê rikaberê xwe yê Kubayî Frank Sanchez têk bir û heq stand ku derkeve maça sikleta giran a şampiyoniya cîhanê.
Kabayel, ev 25 car in li ser hev qezenc dike û her du kemerên rikaberê xwe jê standin.
Boksorê Kurd heta niha qet têk neçûye û di 25 maçan de 17 caran bi nakawtê bi ser ketiye.
Piştî maçê Cristiano Ronaldo çû ser rîngê û ew pîroz kir.
Egîd wêneyê xwe û yê Ronaldo li ser Instagramê belav kir.
Boksorê Kurd Egîd Kabayel bi ser ket, Cristiano #Ronaldo ew pîroz kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 19, 2024
📌Boksorê #Kurd Egîd, ku bi ser navê Almanyayê beşdar e, li Erebîstana Siûdiyê rikaberê xwe yê Kubayî Frank Sanchez têk bir û heq stand ku derkeve maça sikleta giran a şampiyoniya cîhanê
📌 Kabayel, ev 25… pic.twitter.com/SX8NoD5ZW3
Egîd Kabayel kî ye?
Egîd Kurdekî ji Mereşa Bakurê Kurdistanê ye û 1992yan li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê ji dayîk bûye.
Ew niha li bajarê Bocuhê yê Almanyayê dijî.
Egîd Kabayelê ku boksorekî profesyonel e heta niha li Almanya û Ewropayê beşdarî gelek şampiyoniyan bûye û gelek serkeftin bi dest xistine.
Li gorî Kovara The Ringê, boksorê Kurd di nav 10 boksorên herî baş ên cîhanê de cih digire.
Der Leber-King ist back! Agit Kabayel macht den ganz großen Schritt Richtung WM 🫶🏼
— DAZN DE (@DAZN_DE) May 18, 2024
Fury vs Usyk seht ihr gleich hier ➡️ https://t.co/iS6UQfJ4Ut#DAZNfightclub#AlleFürAgit#RingOfFire pic.twitter.com/uIOyRqh0ey
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse