Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê nû yê Amedsporê Alban Lafont got, “Her kes dizane bê Amedspor çi temsîl dike.”
Amedspora ku derketiye Lîga Super qelevanê 27 salî Alban Lafont transfer kir.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
"Kuluba me di çarçoveya plansaziya kadroya sezona 2026-2027an de, bi yekî ji qelevanên girîng ên futbola Fransayê Alban Lafontê 27 salî re li hev kiriye."
"Her kes dizane Amedspor çi temsîl dike"
Lafont li ser hesabên medyaya civakî yên kulubê qala pêvajoya transferê û sezona nû kir.
Lafont got ku ew dixwaze di lîgeke nû de bilîze û xwe bi pêş bixe.
Lafont eşkere kir ku ew di bin bandora atmosfera alîgirên Amedsporê de jî maye û wiha pê de çû:
“Her kes atmosfera vê stadyumê dizane û dizane ka Amedspor çi temsîl dike. Ez bi rastî jî gelekî dilxweş im ku ez li vê derê me. Ez spasdar im ku bûme beşek ji vê kulubê.”
Nêrînên rahêner bandor kiriye
Lafont diyar kir ku Lîga Super organîzasyoneke bi kalîte ye.
Wî anî zimên ku di biryara wî ya transferê de armanca bipêşketinê û hevdîtina wî ya bi rahêner re gelekî bandorker bûne.
Lafont da zanîn ku wî şêwaza lîstikê ya rahêner ecibandiye û got:
“Min dixwest ez di lîgeke nû de xwe biceribînim. Ez dizanim Lîga Super lîgeke gelekî baş e û ez bawer im ku ez dikarim li vê derê xwe bi pêş bixim.
Min bi rahênerê me re hevdîtineke gelekî baş kir. Min nêrînên wî û futbola ku ew dixwaze tîm bilîze gelekî ecibandin.
Ji bo min gelekî girîng bû ku ez bêm tîmeke ku rahênerekî wiha lê ye.”




