El Clasicoya Kurdan hat bipaşxistin

18-03-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Tîma Futbolê ya Zaxoyê Bipaşxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Maça dostaniyê ya Amedspor û tîma futbolê ya Zaxoyê ya ku dê 23yê Adarê li Amedê bihata lîstin, ji ber ku ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê heta niha ti bersiv nedane hat bipaşxistin.

Birêvebiriyên Amedspor û tîma futbolê ya Zaxoyê biryar dabû ku li Amedê ji bo maçeke dostaniyê werin pêşberî hev.

Ji bo maçê her du tîman jî eşkere kiribû ku ew dê 23yê mehê seat 20:00an werin pêşberî hev.

Her wiha her du tîman serlêdanên xwe li federasyonên futbolê yên Îraq û Tirkiyeyê kiribûn.

Ji ber ku heta niha Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ti bersivên erênî û neyînî nedane lîstik hat bipaşxistin.

Serokê Amedsporê Burç Baysal ji Rûdawê ragihand ku wan berî çend rojan eşkere kiriye ku dê maç were lîstin lê ji ber nehatina bersiva Federasyonê biryar daye ku maç di demeke guncav de were lîstin.

Birêvebirên tîmên futbolê yên Zaxo û Amedsporê da zanîn ku ji roja diyarkirî re hindik maye û ji ber ku biryar hîn derneketiye baştir e maç demeke din were lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst