Hewlêr (Rûdaw) - Boksorê Kurd ê xwediyê kembera Konseya Cîhanî ya Boksê (WBC) Agît Kabayel dema maça xwe ya yekem a ji bo parastina nasnavê xwe ragihand.
Agît Kabayel da zanîn ku maça wî ya bi boksorê Arnawid Nelson Hysa re dê li stadyumeke mezin a li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê were lidarxistin.
Kabayel di daxuyaniyeke fermî de eşkere kir ku ew dê 28ê Çiriya Paşîn maça xwe ya yekem a ji bo parastina kembera xwe bike.
Di maça berê ya boksorê Kurd de hemû bilêtên salonê di nava 5 rojan de qediyabûn.
"Bila cîhan bibîne em çi qasî mezin in"
Boksorê Kurd diyar kir ku ji ber daxwaza zêde ya li ser bilêtan wan biryar daye ku maçê derbasî stadyumeke mezintir bikin.
Her wiha ji alîgirên xwe xwest ku beşdarî kirîna pêşwext bibin û got:
"Bila hemû cîhan bibîne ku em çi qasî mezin in."
Agît Kabayel yek ji boksorên herî diyar ên li seranserî cîhanê ye û di maçên xwe yên profesyonel de xwedî tomareke bêtêkçûn e.
Kabayel berê bi serkeftinên xwe yên li hemberî çendîn şampiyonên navdar ên cîhanê pêgeha xwe di rêza yekem a boksa cîhanî de daye qebûlkirin.




