Deştî Kelhorî jî beziya

17-10-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-

 

Almanya(Rûdaw) - Li Aachena Almanyayê beza bi armanca xwedanasîna şirketekan lidarket. Bi giştî 5 hezar kes bi sponsoriya kargehan beşdarî “Beza Şirketan“ bûn. Digel beşdarbûna ji welatên Holenda û Belçîkayê, gellek kesên bezhez ji derdorê jî bi armanca bezê li Aachenê amede bûn. Dahata maratonê jî ji bo armancên xêrxwazî bû. Di beza îsal de, wekî ya sala borî, kesê herî bal li ser bû, endamê koma mûzîkê ya navdar Kelly Family, Joey Kelly bû. Kelly kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna bezê ji Rûdawê re wiha anî zimên: “Keyfa min ji bazdanê re tê. Ez wekî serkarê komeke bezê ya şirketekê beşdar dibim. Hewa jî îro xweş e. Bezdan tenê ji 9,5 km pêk tê û ez bi beşdariyê kêfxweş im.“

Dixwaze ji Kurdistanê re bibe nimûne

Beşdarekî din yê beza îsal li bajarê Aachenê stranbêjê kurd Deştî Kelhorî bû. Kelhorî jî diyar kir ku ew zêde ji bezê hez dike û sedema beşdarbûna wî bi taybetî xêrxwazî ye: “Dahata bezê hemû ji bo armancên xêrxwaziyê ye. Ez gellekî kêfxweş im ku wê dahata vê bezê ji bo zarokên pêdewiya wan bi arîkariyê heye re biçe. Wekî Kurdekî ez dixwazim ev yek ji bo welatê min Kurdistanê re jî bibe nimûne û maratonên bi vî rengî di heman çarçoveyê de li wir jî werin sazkirin.

Mussayê Libnanî bû yekemîn

Di beza 9,5 km de Mussa Hudrog, ku bi eslê xwe ji Libnanê ye, di nava 30:03 deqîqeyan de wekî kesê yekemîn gihişte cihê armancê. Herwiha  jina bi navê Theresa Kortgen jî bi 37:19 deqîqeyan bû duyemîn. Stranbêjê kurd Deştî Kelhorî jî bi 45:50 deqîqeyan gihişt cihê armancê û bi vî awayî di rêzên pêş de cihê xwe girt. Di dawiya bezê de Kelhorî diyar kir ku hêviya wî ew e ku ew saleke din bi navê Kurdistanê beşdarî maratonan bibe.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst