Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor eşkere kir ku wan derbarê parvekirinên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ên li ser platformên X û Instagramê gav avêtine.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor û Ankaragucu di çarçoveya maça Lîga Yekemîn de şeva borî li Amedê hatin pêşberî hev.
Amedspor li pêşberî 19 hezar alîgirên xwe lîst û bi gola di xuleka 90+6an de 3 puan standin.
Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag piştî maçê bi rêya hesabê xwe yê Xê heqaretên giran ên wekî “xayîn, terorîst” li alîgirên Amedsporê kirin.
Umît Ozdag paşê jî got, “Divê qada vê tîmê qere girtin û nehêlin ku terorîstên trîbunan herin maçan.
Ozdag her wiha li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyeke montajkirî belav kir.
Amedspor derbarê Umît Ozdag ê ku li ser hesabên xwe agahiyên çewt û dezenformasyon belav kirine giliyê wî kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Desteya Rêveber a Amedsporê ve hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin:
"Kuluba me piştî maça Ankaragucuyê, derbarê parvekirinên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ên ku li ser platformên X û Instagramê hatine kirin de gavên pêwîst avêtine.
Ev parvekirinên ku hatine kirin, bi naveroka xwe dikarin aştiya giştî têk bibin û hinek beşên civakê li dijî beşeke din ber bi kîn û neyartiyê ve dibin.
Ji ber vê yekê, em bi rêzdarî radigihînin civakê ku me di çarçoveya mafên xwe yên qanûnî de gilî kiriye.
Wekî kulubeke ku her tim aştiya civakî û ruhê yekîtiya sporê diparêze, em dixwazin tekezî li ser wê yekê bikin ku em dê li dijî gotinên nefretê û cudaker bisekinin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse