Hewlêr (Rûdaw) - Bi hewldanên Tora Medyayî ya Rûdawê Amedspor û Tîma Werzişê ya Zaxoyê dê li Amedê maçeke dostaniyê bilîzin.
Bi pêşengiya Tora Medyayî ya Rûdawê Amedspor û Tîma Werzişê ya Zaxoyê dê li Amedê werin pêşberî hev.
Demeke dirêj bû di navbera birêvebiriya Amedspor û birêvebiriya Zaxosporê de bi pêşengiya Rûdawê dan û standin dihatin kirin.
Li gorî lihevkirina her du aliyan maça dostaniyê ya Amedspor û Tîma Werzişê ya Zaxoyê dê 23yê Adara 2025an li Amedê were lîstin.
Birêvebiriya Tîma Werzişê ya Zaxoyê xwesteka xwe ya ku bi Amedsporê re maçeke dostaniyê bilîze, ji Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re dabû zanîn.
Di gotûbêjên ku bi rêya nûçegihanê me hatine meşandin de, her du tîman li ser lîstina maçeke dostaniyê biryar da.
Tê çaverêkirin ku bi hezaran alîgir ji Herêma Kurdistanê ji bo vê maça dostaniyê ya ku dê bi sponsoriya Rûdawe were lîstin biçin Amedê.
Maç dê 23yê Adarê saet 20:00an li Stadyûma Amedê were lîstin.
Ev maça ku alîgirên her du tîman jî demeke dirêj e peyamên dostaniyê didin hev, wekî "El Clasîcoya Kurdan" tê nirxandin.
Amedspor di Lîga Yekemîn a Trendyolê de dilîze û Tîma Zaxoyê jî di Lîga Stêrkên Îraqê de dilîze.
Amedspor xwediyê koma alîgirên herî qerebalix a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Zaxospor jî di Lîga Stêrkên Îraqê de xwediyê koma alîgirên herî qerebalix e.
Tê gotin ku di demên pêş de hûrgiliyên vê maçê dê werin parvekirin.
Nûçeya vê maçê ji niha ve li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin çêkiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse