Denîz Undav bû gol û bariya: Almanya bi ser ket

12-10-2024
RÛDAW
Nîşan Denîz Undav Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd Denîz Undavê ku di tîma neteweyî ya Almanyaye de dilîze serkeftineke girîng bi dest xist.

Di lîstika sêyemîn a Lîga Neteweyan de Almanya bi Bosnayê re lîst.

Di lîstikê de Denîz Undav rola sereke lîst û tîma xwe 2-1 bi ser xist.

Di deqîqeya 30emîn de Undav golek avêt û Almanya bi pêş xist.

Piştî şeş xulekan stêrkê Kurd gola xwe ya duyem jî avêt û nîvê yekem bi serkeftina Almanyayê bi dawî bû.

Di nîva duyem de Denîz gola sêyem jî avêt lê hakem ji ber ku ofsayd bû qebûl nekir.

Futbolîstê Kurd di xuleka 61ê de ji lîstikê hat derxistin.

Di deqîqeya 70yî de futbolîstê Bosnayê Edin Dzeko golek avêt.

Almanya bi pêşengiya stêrkê Kurd 3 pûan bi dest xistin û bi 7 pûanan di lîgê de bû yekemîn.

Bosnayê jî di 3 lîstikan de tenê pûanek bi dest xist.

Denîz Undav çi kir?

* Denîz Undav di Lîga Neteweyan de cara duyemîn e ji bo Almanyayê dilîze.

* Denîz Undav ji bo Almanyayê cara ewil e 2 gol avêtin.

* Denîz Undav di 2 maçên xwe yên dawî de ji bo Almanyayê 3 gol avêtin.

* Undav di vê serdemê de 12 lîstikên klûp û tîma neteweyî lîstin, 9 gol avêtin û 2 asîst kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst