Rûdaw hewl dide ku tîma Zaxoyê û Amedsporê nêzîkî hev bibin

08-09-2024
Saman Wilatjêrî
Logoyên Tîma Werzişê ya Zaxoyê û Amedsporê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Logoyên Tîma Werzişê ya Zaxoyê û Amedsporê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Tîma Werzişê ya Zaxoyê Amedspor Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hewldanên Tora Medyayî ya Rûdawê Tîma Werzişê ya Zaxoyê û Amedsporê di demeke nêz de maçeke dostaniyê bilîzin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk ragihand ku rêveberiyên Tîma Werzişê ya Zaxoyê û Amedsporê bi hewldanên Rûdawê di asteke bilind de pêwendî bi hev re daniye.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ji bo pêwendiya Tîma Werzişê ya Zaxoyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Piştî danîna pêwendiyan gotûbêj li ser lîstina maçeke dostaniyê ya her du klûpan hatin kirin.

Tîma Werzişê ya Zaxoyê li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê di kampê de ye.

Lê ji ber ku kampa Zaxoyê ya li Tirkiyeyê ber bi dawiyê ve diçe û maçeke Amedsporê heye maça dostaniyê dê demeke din were lîstin.

Amedspor roja şemiyê dê bi Bandirmasporê re bilîze û rêveberiya Tîma Werzişê ya Zaxoyê jî dê di maçê de amade be ku zêdetir hev nas bikin.

Tîma Werzişê ya Zaxoyê li Tirkiyeyê xwe ji demsala nû ya Lîga Stêrkên Îraqê re amade dike.

Klûp berî çend rojan çû Sakaryayê û dest bi antrenmanê kir.

Tîma Zaxoyê heta niha du maçên dostaniyê li Tirkiyeyê lîstine ku yek ji wan bi tîma Mewlûdiyeyê ya Cezayîrê re bû 7-1 têk çû û ya din jî bi tîma Erselanbeya Tirkiyeyê re bû.

Zaxo dê îro jî bi tîma Pamukovasporê re maçeke dostaniyê bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst