Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedspor vê hefteyê dê bibe mêvana pêşenga Lîga 1emîn Kocaelîsporê.
Amedsporê ji bo ku pêşberî Kocaelîsporê bi ser bikeve dest bi rahênaneke dijwar kir.
Rahêner Servet Çetîn ji bo ku kêmasiyên tîma xwe ji holê rake, van demên dawiyê futbolîstên navdar Bobby Adekanye, Daniel Moreno, Charly Keita, Miraç Acer, Mert Mîraç Altintaş, Bartu Kaya û Fernando Andrade transfer kirin.
Futbolîstên ku nû hatine transferkirin û cihê xwe di kadroya Amedspyorê de digirin dest bi rahênanê kir.
Yek ji fotbolîstên ku herî dawî hatiye transferkirin Antre Poko jî derket rahênana xwe ya yekemîn.
Rahênerê Amedsporê Servet Çetîn got:
“Me xwest em pêşî herêmên xwe yên ku kêmasî li wan henê tijî bikin. Me wekî tîmên din gelek futbolîst nekirîn.
Me hewl da wan herêmên ku pêdiviya me heye dagirin. Belkî derfeta me çêbibe, em qeleparêz û futbolîstekî din ji bo nîvê sehayê bistînin.
Hin futbolîstên ku divê ji me biqetin hene, rêveberiya me ew agahdar kirin.
Ew jî dê di vê demê de ji xwe re li tîmeke ku biçinê bigerin.
Înşelah ew jî dê biçin tîmeke baş û jiyana xwe ya futbolê bidomînin.”
Divê were bibîrxistin ku Amedspor dê roja şemiyê (8.02.2025) li deplasmanê bi Kocaelîsporê re bilîze.
Amedspor bi 31 puanan di rêza 12an de ye û Kocaelîspor jî bi 45 puanan lîderê lîgê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse