Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edenê Amedspor û Adanaspor di Lîga Yekem a Tirkiyê de sibe tên pêşberî hev.
Amedspor û Adanaspor di maça hefteya 18emîn a Lîga Yekemîn de sibe demjimêr 19:00an li Stadyuma Yeni Adanayê tên pêşberî hevdû.
Amedspor di Lîga 1emîn a TFFyê de bi 25 pûanan di rêza 7an de ye û Adanasporê jî bi 14 pûanan di rêza 19an de ye.
Rahênerê Amedsporê Servet Çetin berî lîstikê bangî li alîgirên tîmê kir û got yek ji lîstika herî zehmet e, lewra piştgiriya alîgiran ji bo wan gelekî girîng e.
Dema maça Amedspor û MKE Ankaragucuyê hat guhertin
Li aliyê din, li gorî planê, divabû Amedspor û MKE Ankaragucu 11ê Kanûna Paşîn saet 19:00 li Stadyûma Amedê bihatana pêşberî hev.
Lê belê, ji ber ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê 11ê Kanûna Paşîn li Amedê mîtîngek li dar bixe bi hinceta ewlehiyê roj û dema maçê hat guhertin.
Bi biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, dê maça Amedspor û MKE Ankaragucu 12ê Kanûna Paşîn saet 16:00an bê lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse