Qeter bû şampiyona Kupaya Asyayê

01-02-2019
RÛDAW
Nîşan Qeter Şampiyon Kupaya Asyayê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Tîmên Qeter û Japonyayê di fînala Kupaya Asyayê de li Ebû Dabî hatin hemberî hev û Tîma Qeterê 3 – 1 Tîma Japonyayê têk bir.

 

Tîma Qeterê li Îmaratê di fînala Kupaya Asyayê ya 2019an de derket pêşberî Tîma Japonyayê ku 4 caran Kupaya Asyayê birine mala xwe û Qeter li hember vê tîmê bi ser ket.

 

Şampiyoniya Qeterê bi van 3 golan hat; di xuleka 12an de Ali Almoez, di xuleka 27an de Abdulaziz Hatem û di xuleka 83an de Akram Afif gol avêt.

 

Gola ku ji Tîma Japonyayê hat, di xuleka 69an de ji Minamino hat.

 

Tîma Qeterê ku Felix Sanchez rahêneriya tîmê dike, di Kupaya Asyayê de cara ewil e ku derdikeve fînalê, herwiha cara yekem e ku dibe şampiyon.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst