Çima mêrên ji 50 salî mezintir zêdetir prostat dibin?

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Prostat Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Navenda Tenduristiya Niştimanî ya Brîtanyayê ji sêyan yekê mêrên ji 50 salî mezintir bi pirsgirêka prostatê ya cidî re rûbirû ne.

Navenda Tenduristiya Niştimanî ya Brîtanyayê destnîşan kir ku mezinbûna prostat û îltihab pirsgirêkên herî zêde ne ku bi kalbûnê re zêde dibin.

Her wiha hat diyarkirin ku jiyaneke ne tendurist jî dikare xeteriya nexweşiya prostatê ya di temenekî ciwan de jî zêde bike.

Li gorî Navendê, her sal 45 hezar kes bi kansera prostatê dikevin ku piraniya wan di ser 65 salî re ne.

Li gorî lêkolîneke Dibistana Bijîşkî ya Zanîngeha Harvardê jî nîvê mêrên ji 60 salî mezintir xwedî pirsgirêkên prostatê ne.

Li gorî Myoclinicê, prostat girêkeke li binê mîzdankê ye ku ava spermê çêdike.

Koma rîskê ya nexweşiya prostatê:

- Kesên ji 40 salî mezintir

- Qelewbûn an jî kîloyên zêde

- Genetîk

- Dîroka malbatî

- Jiyana nerêkûpêk

Nîşaneyên pirsgirêkên prostatê:

- Êşa dema mîzkirinê

- Mîza ne li ser hev

- Valanebûna mîzdankê

- Di mîzê de xwîn an jî sperm

- Repnebûna kîr (penîs)

Pêşîlêgirtina penceşêra prostatê:

- Kontrola pêşwext

- Xwarina tendurist

- Kêmkirina kîloyan

- Werziş û tevger

- Xewa rêkûpêk

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst