Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanan heye

Duh li 10:40
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanên nexweşiyên kronîk çêbûye / Wêne: Ji dîmenan
Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanên nexweşiyên kronîk çêbûye / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Derman Krîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê krîza dermanên nexweşiyên kronîk (domdar) çêbûye.

Malbatên nexweşan jî gelek aciz bûne û dipirsin, "Kengî dê ev krîz çareser bibe?"

Li gorî gotina wan, di salên borî de dema dermanên standard nediman wan dermanên alternatîv peyda dikirin.

Şêniyê Qamişloyê Qusey Îbrahîm got:

"Kêmbûn di dermanan de çêbûye, em bêhtir li dermanên nexweşiyên demdirêj digerin, bi taybetî jî dermanên li tansyon, dil û gurçikan.

Em dermanxane bi dermanxane digerin û wan nabînin, heta ku yên alternatîv jî nînin."

Kesûkarên nexweşan jî dibêjin, di salên borî de dema mehekê yan du mehan dermanên standard qut dibûn, wan dermanên alternatîv peyda dikirin lê niha ew jî nemane.

“Krîzeke mezin dê ji welatiyan re çêbibe”

Dermansaz Nasir Perîk jî got:

"Zêdeyî çar mehan e derman qut bûne. Berê nexweş derbasî dermanxaneyê dibûn û me dermanê alternatîv didan wan lê razî nedibûn tenê yê standart dixwestin.

Nexweş niha daxwaza dermanê alternatîv dike lê ew jî nîne.

Eger rewş bi vî awayî berdewam bike û derman derbasî herêma me nebin, bi nerîna min di dema 15 rojan de dê krîzeke mezin çêbibe."

Rêveberiya Xweser djî diyar kir ku tenê Hikûmeta Sûriyeyê rê li ber şandin û hatina dermanan digire, lewma ew neçar dibin ji Başûrê Kurdistanê dermanan hawirde bikin.

“Rêyên şandina dermanan ji herêmên rejîmê hatine girtin”

Serokê Sendîkaya Dermansazan a Qamişloyê Kamîran Beg jî got:

"Ji meha Sibata 2024an ve, hino hino derman kêm bûn. Berê derman mehekê yan du mehan qut dibûn lê vê carê çar mehan dirêj bû.

Dermanên bikalîte û yên nexweşiyên domdar li herêmê qut bûne.

Rêyên şandina dermanan ji herêmêm rejîmê hatine girtin, piştre me zanî ku Wezîrê Tenduristiyê girêbestên li gel kargehan tên kirin îmze nake.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ji bo vê pirisgirêkê bi temamî çareser bikin, divê bi rêya rêxistinên pêwendîdar kargehên dermanan ava bikin lê li gorî wan metirsî heye Trikiye van saziyên tenduristiyê bombebaran bike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst