Gorîl xwe derman dikin, hêviya vedîtina dermanên nû geş bû

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gorîl Derman Gabon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyarên ku pêvajoyên xwe bixwe dermankirina gorîlan dişopînin, ji bo vedîtina dermanên nû hêvîdar in.

Lekolîneran tesbît kir ku bi kêmî ve, çar nebatên tropîkal ên ku gorîl li Gabonê dixwin, bandora wan a dermankirinê heye.

Ew nebat her wiha ji aliyê kesên li wê herêmê dijîn ve jî wekî derman tên bikaranîn.

“4 nebat ji aliyê antîoksîdan û antîmîkrobiyan ve dewlemend in”

Lêkolînên li laboratuaran tên kirin, nîşan didin ku ew nebat ji hêla antîoksîdan û antîmîkrobiyan ve dewlemend in.

Yek ji wan nebatan li hemberî baktiriyan gelekî bihêz e û hêviyeke mezin dide.

Meymûnên mezin xwe bixwe derman dikin

Tê zanîn ku meymûnên mezin nebatan li gorî taybetiyên wan ên bandora wan a dermankirinê heye hildibijêrin û carinan ew xwe bixwe derman dikin.

Orangutanekê hewl dabû birîna xwe derman bike

Îsal, orangutanekê hewl dabû ku birîna li binê çavê xwe, bi nebatekê derman bike û ev yek li seranserê cîhanê bûbû nûçe.

Lekolîneran di lêkolînên xwe de, li Gobanê nebatên ku gorîl li Parka Neteweyî ya Moukalaba-Doudou dixwin tomar kirin.

 

Gorîla li Parka Neteweyî ya Moukalaba-Doudouyê ya Gobanê

 

4 dar hatin tesbîtkirin

Zanyaran jî bi kesên li herêmê dijîn re jî hevdîtin kirin û çar darên ku eger heye bibin derman tesbît kirin.

Ev dar jî ev in: “Ceiba pentandra, Myrianthus arboreus, Milicia excelsa û dara Ficus e.”

Her çar nebatan jî li dijî bakteriya Koli Basiliyê bandorên antîbakteriyal nîşan dan.

Lekolîner dibêjin ku bi taybetî dara Ceiba pentandrayê (fromager) li dijî hemû cûreyên hatine ceribandin "bandoreke berbiçav" nîşan daye.

Dara Ceiba pentandrayê (fromager)

Antropologa Zanîngeha Durhamê ya Brîtanyayê Dr. Joanna Setchella ku li gel zanyarên ji Gabonê dixebite got:

"Encamên lêkolînên me nîşan didin ku gorîl ji bo xwarinên ku sûdê didin wan bixwin veguhezîne.”

Gelek daristan û gorîl li benda keşifkirînê ne

Li Gabonê gelek daristan hîn jî tevî fîl, şempanze gorîlên li daristan dijîn nehatine keşifkirin.

Lê ji ber nêçîra qaçax û nexweşiyan, hejmara gorîlên cihî li wê herêmê kêm bûye.

Gorîlên li vir di lîsteya sor a Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê de ne ku di bin xetereyê de ne.

Ev lêkolîn di kovara "PLOS ONE"yê de hatiye weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst