Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku derziya Coronayê ya Sinovac %83,5 bi bandor e.
Lêkolîna ku bi 10 hezar û 218 kesan re hatiye kirin di kovara navdar a cîhanî ya tendurustiyê The Lancetê de hat weşandin.
Fahrettîn Koca, encamên lêkolînê di hesabê xwe yê Twitterê de parve kir.
Koca got, “2 doz Sinovac %83,5 bi bandor e. Hat diyarkirin 2 doz derziya li Çînê tê hilberîn (CoronaVac) a li Tirkiyê xebata wê ya qonaxa-3 hatiye temamkirin ji %83,5 bi bandor e. Lêkolîna ku bi 10 hezar û 218 kesan re hatiye kirin di kovara navdar a cîhanî ya tendurustiyê The Lancetê de hat parvekirin.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê niqaş li ser derziya Çînê ya Coronayê dihat kirin ku bandora wê kêm e.
Tirkiye vaksîna Sinovacê jî ji bo vaksîna li dijî vîrusa Covid-19 bikar tîne.
Wezareta Tendirutiyê ya Tirkiyê ragihandiye, bi giştî li seranserî wî welatî 61 milyon û 125 hezar û 726 kesan vaksîna coronayê wergirtine.
Li gor van amaran, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 38 milyon û 560 hezar û 60 kes doza yekem a vaksîna coronayê, 19 milyon û 104 hezar û 994 kesan doza duyem û 3 milyon û 460 hezar û 669 kesan jî doza sêyem a vaksînê wergirtine.



