Hewlêr (Rûdaw) - Çermê serê jina bi navê Buşra Bayirê ya ku li Mêrdînê porê wê ketibû nav motora maşîna go-kartê, bi emeliyateke mîkrocerahiyê ya 7 demjimêran a li Amedê hat dirûtin.
Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 4 meh berê Buşra Bayira 18 salî li gel xwişk û hevalên xwe çû navendeke lîstikan.
Dema ku maşîna go-kartê diajot, bendê porê wê vebû û porê wê ket nav beşa motorê ya maşînê.
Di encama vê bûyerê de beşekî mezin ji çermê serê Bayirê jê bû û ew bi giranî birîndar bû.
Piştî midaxeleyên destpêkê yên tîmên tenduristiyê, tîman Buşra Bayir veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û pişt re ji bo dermankirina bipêşketî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê hat kirin.
Operasyona 7 demjimêran
Mamosteyê Beşa Cerahiya Plastîk, Rekonstrûktîf û Estetîkê Dr. Serkan Erbatur û tîma wî bi operasyoneke mîkrocerahiyê ew çermê serî yê ku jê bibû li cihê xwe dirût.
Bayir piştî operasyona ku nêzîkî 7 demjimêran ajot, 12 rojan di beşa çavdêriya hûr de ma û piştî tedawiya 11 rojan, ji nexweşxaneyê derket.
"Yek ji bûyerên kêmpeyda bû"
Dr. Serkan Erbatur li ser emeliyatê got:
"Birîndariyeke wisa bû ku sêyeka çermê serî bi temamî jê bibû û ji damaran veqetiyabû. Ev yek ji wan bûyerên kêmpeyda bû. Ev emeliyatên zehmet in û rîska mirinê li xwe digirin.
Me di bin mîkroskopê de bi rêbaza mîkrocerahiyê ew dîsa bi cih kir ku şaneya çerm zindî bimîne.
Carinan ev nexweş nikarin di wextê xwe de xwe bigihînin me û wê demê ew şane dimire û hestiyê serî vekirî dimîne."
Dr. Erbatur diyar kir ku wan bi şaneyên laşê xwe yê Buşra Bayirê ew beş derman kiriye û encameke baş bi dest ketiye.
"Ji sedî 90ê porê wê derket"
Dr. Serkan Erbatur da zanîn ku rewşa saxlemiyê ya Buşra Bayirê gelekî baş e û pê de çû:
"Bû yek ji wan emeliyatên serkeftî ku ti ziyan çênebû û ji sedî 90ê por derket. Buşra dikare jiyana xwe ya asayî bidomîne. Vê gavê pêdivî bi emeliyateke nû nîne."
Erbatur ji bo kesên ku li maşînên go-kartê siwar dibin jî hişyarî da û anî zimên:
"Mixabin di qezayên go-kartê de bûyerên wekî xistina por an destmalan tên dîtin û carna dibin sedema mirinê.
Ji bo ku qezayên bi vî rengî çênebin, divê karsaz girîngiyê bidin ewlehiyê. Bikaranîna kaskê, hiştina por a di nav cil de û li xwe nekirina cilên perçekirî van cure qezayan kêm dike."
"Vê qezayê jiyana min guhert"
Buşra Bayirê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo derketina ji sedî 90ê porê xwe anî zimên û diyar kir ku vê qezayê bandoreke neyînî li ser derûniya wê kiriye:
"Dema ku ez ji bo kêfê li maşîna go-kartê siwar bûm, ji min re hat gotin ku porê xwe girê bidim lê boneyek yan tiştekî din nedan min.
Dema ku porê min vebû ket nav mekanîzmayê û di nava 2-3 çirkeyan de çermê serê min jê bû.
Piştî emeliyata nêzîkî 7 demjimêran ez di beşa çavdêriya hûr de mam. Dermankirina min gelekî baş çû lê vê qezayê jiyana min di bîskekê de guhert.
Pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Vegera li jiyana asayî ji ya ku min hêvî dikir gelekî dijwartir bû."
Bayirê spasiya bijîşk, tîma tenduristiyê û hemû xebatkarên nexweşxaneyê kir û xwest ku ji bo qezayên bi vî rengî ducare nebin tedbîr bên standin.



