Dîsa bû yek ji bijîșkê herî baș yê Almanyayê

11-12-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-

Almanya(Rûdaw) - Psîkologê kurd Dr. Şefîk Tagay ji hêla kovara tenduristiyê ya almanî Focus Gesundheit ve wekî yek ji bijîşkê herî baş yê Almanyayê hat hilbijartin. Dr. Şefîq Tagay ku ev 14 in wekî derûnnas li nexweşxaneya Zanîngeha Duisburg-Essen a Almanyayê dixebite, par jî ji hêla Focus Gesundheit ve wekî yek ji bijîşkê herî serketî yê Almanyayê hatibû hilbijartin. Kovara Focus Gesundheit hersal analîzên berfireh derbarê şêweyê xebata bijîşkên li Almanyayê dike û piştre jî lîsteya bijîşkên herî baş û zîrek diweşîne.

Li seranserî Almanyayê derdora 450 hezar bijîșk hene. Kovara tenduristiyê Focus Gesundheit hersal 2500 bijîșkên ji pisporiyên cuda wekî doktorên herî baș û zîrek yên Almanyayê dihilbijêre. Kovarê îsal jî ji 45 pisporiyên cuda bi giștî 2500 bijîșkên herî baș yên Almanyayê hilbijart. Derûnnas Dr. Şefîq Tagay ku par jî ji hêla kovara Focus Gesundheit ve wekî yek ji bijîșkê herî baș yê Almanyayê hatibû hilbijartin, îsal cara duyemîn di heman lîstê de cihê xwe girt.

Ji tedawiyê bêtir lêkolînên zanyarî dike

Dr. Şefîq Tagay ku bi eslê xwe ji Qubîna Batmanê ya Bakurê Kurdistanê ye û ev 33 sal in li Almanyayê dijî, di sala 1999ê de xwendina xwe ya zanîngehê qedand. Ew ji bilî tedawiya nexweșan, lêkolînên taybet jî derbarê nexweşiyên derûnî de dike û encamên wan jî di kovarên tenduristiyê yên navnetewî de diweşîne. Lêkolînên wî bi taybetî derbarê psîko-traumatolojiyê de ne. Pirraniya nexweșên derûnnas Tagay, Alman in û pirsgirêkên wan yên derûnî yên wekî depresyon, trauma û nexweșiyê xwarinê hene. 

Dr. Şefîq Tagay li nivîsgeha xwe ya li Nexweșxaneya Derûnnasî ya Zanîngeha Duisburg-Essen pirsên me yên derbarê vê xelatê de bersivandin û kêfxweșiya xwe ya derbarê hilbijartina xwe ya ji hêla Focus Gesundheit ve wiha derbirî: “Ez gellek kêfxweș im ku ketime di vê lîstê de. Karê min gellekî zor e. Lê va ez fêkiyên karê xwe jî dibînim. Ez ji Xwedê û Tawisê Melek spasdar im ku ev karê min baș digihe nava civakê û zanyariyê.“ 

Derûnnasê kurd bi giranî xebatên lêkolînî yên derûnasiyê dike. Lê ew nexweșên pirsgirêkên wan yên derûnî jî hene di bere tedawî dike: “Ji ber ez lêkolînên taybet yên zanyarî dikim, wextê min yê tedawîkirinê zêde nîn e. Nexweșên min bi pirranî Alman in. Mehê 5-6 kurd jî tên cem min. Ji seranserî Almanyayê Kurd tên, ji ber derûnnasên kurd li Almanyayê kêm in.“

Dixwaze Kurdên berê xwe bidin zanyariyê

Dr. Șefîk Tagay zehmetiyên ku tê re derbasbûye jî bi minasebeta vê xelatê tîne bîra xwe: “Em Kurd divê bizanibin em ji kîderê hatine. Em ji rewșeke gellekî zehmet hatine diyasporayê. Ji xwe jiyana kesekî ji derve hatî Almanyayê zor e. Heta cihê xwe bigire û bibe pispor ne hesanî ye. Alman bi pirranî van cihan ji xwe re digirin. Lê wekî Kurdekî ku di nava pirsgirêkan de mezin bûye û di encamê de jî ketiye vê lîsteyê, ez spasdar im. Ez hêvîdar im ku Kurdên me yên ji welatê xwe dûr bûne, herdem destê xwe bidin zanyariyê. Bi zanyariyê em dikarin bigihin armanca xwe. Em hemû ji hevre mînak in. Ev du sal in ez li ser hev dikevim lîsteya vê kovarê de. Bi hêvî me Kurd bibînin ku yekî Kurd jî ketiye vê lîsteyê û ew jî di bin bandorê de bimînin. Bi vî awayî ew jî xwe pêșve bibin û di nava lîsteyên bi vî rengî de cih bigirin.“

Derbarê bertekên hevkar û nasên wî yên Alman de jî ew wiha axivî: “Alman jî kêfxweș in, min pîroz dikin. Lê gellek ji wan bawer jî nakin ku yekî biyanî wekî penaber hatiye vêderê û ketiye di vê lîsteyê de. Li seranserî Almanyayê tenê % 2yê doktoran dikevin vê lîsteyê. Hejmara biyaniyên di nava vê lîsteyê de gellekî kêm e. Alman ji ber vê yekê șaș dibin. Ew hê hînî me jî nebûne. Gellek jê pêșdarazî bi wan re heye. Dema yekî pozîtîf bibînin, ewilî șaș dibin.“ 

Di dawiyê de jî Dr. Tagay wiha axivî: “Em bikaribin berê xwe bidin zanyariyê, emê civaka xwe jî serbilind bikin. Ez hêvîdar im hemû ciwanên me destê xwe bidin pirtûkan, em zanyariyê bidin pêșiya xwe. Siberoja me zanyarî ye. Em bi zanyariyê dikarin xurt bibin.“ 







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst