Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku ji ber rêziknameya li ser bijîşkan ew dê 5 rojan dest ji kar berdin.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) 9ê mehê li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û hişyarî da Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê.
TTByê di daxuyaniya xwe de rêziknameya bijîşkan wekî “rêziknameya eziyetê” bi nav kir û diyar kir ku ew dê di navbera 2-6ê Kanûna Pêşîn de biçin grevê.
"Em vê rewşê qebûl nakin"
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) di daxuyaniyê de anî ziman:
“Em hişyariyê didin Wezareta Tenduristiyê. Em vê rewşê qebûl nakin.
Heta rêziknameya eziyetê neyê vekişandin dê çalakiyên me bidomin.
Ji bo rûmeta pîşeya me û tenduristiya xelkê di navbera 2-6ê Kanûna Pêşîn de 5 rojan em diçin grevê.
Em biryara xwe ji Wezareta Tenduristiyê û raya giştî re radigihînin.”
Hefteya borî jî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 rojan dest ji kar berdabû û bûbû sedema karvedanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse