Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu ragihand ku hezar û 616 bijîşkên nû hatin tayînkirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê tayînkirina bijîşkan daxuyanî da.
Kemal Memîşoglu diyar kir di çarçoveya Mukelefiyeta Xizmetê ya Dewletê ya Heyama 120emîn de ji bo pêdiviya tenduristiyê ya bajaran bijîşkên nû hatin tayînkirin.
Memîşoglu da zanîn ku ew ji bo zêdekirina kalîteya xizmeta tenduristiyê û ji bo xizmeta herî baş a xelkê xebatan didomînin û got:
"Me hezar û 616 hekîmên nû tayîn kirin, ji bo welat û miletê me li ser xêrê be.
Ez di wezîfeya wan a nû de ji hekîmên me re serkeftinê dixwazim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse