TIRKIYE - Di salekê de 31 hezar kes bi penceşêra kezebê ketine

03-11-2024
RÛDAW
Nîşan Penceşêra Kezebê Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku di nav salekê de 31 hezar kes bi penceşêra kezebê ketine.

Penceşêra kezebê cureyê herî berbelav ê penceşêrê ye.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di salekê de nêzîkî 31 hezar kesan bi penceşêra kezebê ketine û 25 hezar kes jî ji ber wê mirine.

Her wiha ji her 100 hezar mêran 55 mêr û ji her 100 hezar jinan jî 11 jin bi penceşêra kezebê ketine.

Li gorî lêkolînên hatine kirin, pêketina mêran a vê nexweşiyê ji sedî 90 ji ber vexwarina cixarê û berhemên tûtinê ye û ji sedî 43yê pêketina jinan jî ji ber heman sedemê ye.

Her wiha pîsbûna avhewayê û madeyên kîmyawî jî wekî sedemên vê nexweşiyê tên dîtin.

Li seranserê cîhanê sala 2022yê nêzîkî 2,5 milyon kesî nû bi penceşêra kezebê ketine û ji ber vê nexweşiyê 1,8 milyon kes mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst