Hêviya kesên ku dixwazin bibin xwedî zarok zêde bû: Turboya spermê

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Lêkolîn Sper Zarok Ducanî Zanîngeha Monashê Ali Vafaie
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Monashê ya Melbournê, pêlên ultrasonê yên bi frekansên bilind dikarin şiyanên tevgera sperman ji sedî 266 bi pêş bixin.

Lêkolînerên Zanîngeha Monashê ya Melbournê lêkolîna xwe ya bi navê “Bi bikaranîna ultrasonê ya frekansa bilind, aktîvkirina spermên bêtevger” weşand.

Tevgera sperman bijardeyeke xwezayî ye ku hem di hilberîna xwezayî û hem jî di hilberîna alîkar de xwedî roleke girîng e.

Nêzikî ji sedî 30ê sedema bêberiyê (Infertility) ji ber kêmbûna tevgera sperman ye.

Ji ber ku tevgera spermê kêm e nikare xwe bigihîne malzarokê.

Di lêkolînan de tevgera sperman heta ji sedî 266 hatiye zêdekirin.

Ango rêjeya spermên neçalak an jî ne pêşkeftî ji sedî 36 daketiye ji sedî 10an.

Lekolîner di vê lêkolînê bi rêya bikaranîna 20 saniyeyên ultrasonê yên bi tundiya dengê 800 mW û 40 megahertz bi ser ketin.

Zêdekirina rêjeya ducaniyê

Serokê lêkolînê Ali Vafaie got, “Ultrasonê tenê leza tevgera bipêşveçûna (avjeniya) spermê zêde nekir, di heman demê de asta hereketa spermên kêmkalîte ji sisêyan du zêdetir kir.

Em ji daneyên klînîkî dizanin ku ji sedî deh zêdebûna tevgera spermê jî bi rêjeya ji sedî 8 dibe sedema zêdebûna ducaniyê.”

Sê astên leza spermê

Ji têgeha teknîkî ya leza tevgera spermê re “tevgera spermê” tê gotin.

Tevgera pêşkeftî tê vê wateyê ku sperm bi awayê xêzên rast an daîreyên mezin ber bi hêkê ve avjeniyê dikin. Armanc tam ev e.

Tevgera ne-pêşverû tê vê wateyê ku potansiyela pêşketinê heye.

Sperm di xêzên rast an jî bi awayê daîreyên biçûk û teng de tevnagerin.

Eger sperm bêtevger bin, ew bêtevger e ku bandoreke neyînî li ser bergirtinê (ducanîbûn-avisbûn) dike.

Derfetên baş ji bo tedawiyên zehmet

Li gorî Reza Nosrati, Rêveberê Laboratoriya Monash Clayton AMByê, teknolojiya ultrasonê potansiyeleke mezin pêşkêş dike ku di rewşên herî dijwar de jî rêjeyên serkeftinê zêde bike.

Kesên ku nikarin bi awayekî xwezayî bibin xwedî zarok ev teknolojiya ultrasonê ji wan re dikare bibe alîkar.

Herwiha ev teknolojî di warê aborî de jî dikare ji wan kesan re bibe alîkar ku dev ji vebijêrkên bihatir berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst