Wezîrê Tenduristiyê yê Sûriyeyê: Me amûrên tenduristiyê ji bo herêmên di bin kontrola HSDyê de şandin

02-01-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Derman Mahîr Şera
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Mahîr Şera ragihand ku rewşa tenduristiyê li herêmên wekî Hisîça û Reqqayê ne pir xirab e.

Mahîr Şera her wiha got wan sê wesayît tijî vaksîn û amûrên sereke yên tenduristiyê şandine herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

“Em dê her cure hêsankariyê bikin”

Şera pirsa Nûçegihanê Rûdawê ya derbarê dabînkirina amûrên tenduristiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bersivandin got:

“Alîkarî digihêjin wê derê, me di çarçoveya bernameyeke navneteweyî de berî du rojan sê wesayît tijî amûrên tenduristiyê şandin. Em dê her cure hêsankariyê bikin."

Bi gotina Mahîr Şera Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê bêyî ku cudahiyê di navbera deverên cuda de bike alîkariyên xwe didomînin.

“Me ti astengî di şandina alîkariyan de nedît”

Mahîr Şera her wiha got, “Me ti astengî di şandina yan jî wergirtina alîkariyan de nedît.

Çi li deverên di bin kontrola HSDyê de be û çi jî li deverên din be, em hemû pêdiviyên wan dabîn dikin."

Şera di heman demê de eşkere kir ku hemû daxwaz, tên nirxandin û bi rêya mekanîzmayekê ya bi navê "Banka Pêdiviyên Tenduristiyê" tên organîzekirin.

Hat diyarkirin ku armanca vê pergalê ew e ku pêşîneyên li deveran bên destnîşankirin û xizmetên tenduristiyê ji nû ve bên avakirin.

"Divê li 200 nexweşxaneyên xwedî nivîn hebin”

Wezîra Tenduristiyê ya Sûriyeyê da zanîn ku piraniya nexweşxaneyên li seranserê Sûriyeyê nikarin xizmetguzariyê pêşkêş bikin û got:

"Divê li welêt 200 nexweşxaneyên xwedî nivîn hebin lê niha tenê 70-80 çalak in.

Her wiha zêdetirî ji sedî 50yê navendên tenduristiyê ji kar ketine."

Şera destnîşan kir ku hejmara karmendên tenduristiyê li Sûriyeyê ne bes e û di hin beşên pisporiyê de valahiyên mezin hene û wiha domand:

“Di hin beşên pisporiyê de bijîşkên me kêm in. Bi taybetî di warên wekî onkolojiyê de kêmasiyeke cidî heye.

Lê tevî ku hejmara karmendên me yên tenduristiyê yên giştî hîn ne bes e jî, dikare pêdiviyên herî kêm pêk bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst