Podkastên Rûdawê milyonî ne

31-10-2024
A+ A-

Podkast wekî janreke nû ya medyayê vêga bi lez geş dibe û roj bi roj wergir û hezkerên vê janra medyayî zêdetir dibin. Li gorî amarên herî nû yên navendên cîhanî, niha zêdetirî 414 milyon podkastan li cîhanê hene. Bihayê bazarî yê podkastê nêzî 30 milyar dolar e, ev nîşana geşbûna podkastê wekî pîşesaziya warê medyayê ye.

Li gorî nûtirîn lêkolîna navenda Edison Researchê, zêdetirî 504 milyon kesan li seranserê cîhanê li podkastan guhdarî dikin. Ev jî wekhev e bi ji sedî 23,5 ji tomeriya bikarhênerên înternetê û zêdebûna ji sedî 8,7 li gorî 464,7 milyon guhdarên podkastê di sala 2023yan de.

Ji her çar bikarhênerên înternetê kesek li podkastê guhdarî dike. Di heyama 10 salên borî de, guhdar û temaşevanên podkastê li cîhanê bi awayekî darîçav zêde bûne.

A balkêş jî ew e ku, amarên cîhanî nîşanî me didin ku cuda ji her janreke din a medyayî, zarok bi rêjeyeke zêde li podkastan guhdarî dikin, ji sedî 74 ji zarokan bawer dikin ku guhdarîkirina podkastan di erebeyê de rêwîtiyên wan ên malbatî balkêştir dike û bi rêya podkastan hînî tiştine nû û hecer dibin.

Di nav welatên ku herî zêde guhdar û temaşevanên podkastê li wan hene, Amerîkaya bakur di rêza yekem de cih digire ku tê pêşbînîkirin heta dawiya sala 2026an hejmara guhdarên wê bigihîje ji sedî 46.3 ji tevahiya guhdarên podkastê li cîhanê. Ewropa bi ji sedî 32,8ê guhdarên podkastê di rêza duyem de tê, Amerîkaya Latîn jî bi ji sedî 32,4 di rêza sêyem de cih digire.

Podkast ji bilî ku li ser torên înternetê tê weşandin, di otomobîlê de jî gelek guhdarên wê hene. Li ser înternetê, Spotify platform her pejirandî ji bo guhdarîkirina podkastan li sernaserê cîhanê ye ku ji sedî 35,8 ji guhdaran baş dibînin bi rêya wê li podkastan guhdarî bikin.

Apple ji bo guhdarên podkastê duyem platforma pejirandî ya cîhanê ye ku ji sedî 33,8 ji guhdarên podkastê dixwazin bi rêya wê li podkastan guhdarî bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di 15ê Tîrmeha 2023yan de bi awayekî berfireh dest bi berhemanîna podkastan kir, ji 2yê meha 11an a 2024ê ve demsaleke nû ya podkastên Rûdawê dê dest pê bike û di vê werzê de, Tora Medyayî ya Rûdawê dê 18 podkastan di warên nûçe, tenduristî, huner, wêje, perwerde, dîrok, bîranîn û şîrove û ravekirinan de pêşkêş bike.

Ev podkastên Rûdawê ji aliyê kesayetên navdar û ciwanan ve dê bên pêşkêşkirin. Podkastên vê werzê yên Rûdawê tijî çîrok û zanyariyên nebihîstî ne û hêvîdar im ku bibin podkastên bijarte yên guhdarên me li seranserê cîhanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yekem medyaya Kurdistanî û Îraqî sala 2023yan podkast bi awayekî berfireh berhem anî. Ji wê demê ve, her roj hejmarek podkastên cihêreng li ser malpereke taybet a podkastê (podcast.rudaw.net) û her wiha li ser platformên cîhanî jî pêşkêşî guhdarên Kurd dike.

Guhdarên podkastên Rûdawê dikarin bi rêya telefonên xwe yên destan wan platforman bi kar bînin û li podkastên xwe yên bijare bigerin. Her wisa di erebeyên xwe de bi rêya radyo û Carplay li wan guhdarî bikin.

Podkastên Rûdawê vêga li seranserê cîhanê xwedî guhdar û temaşevan in. Bi saya berhemanîna dorfireh û cihê cihê ya Tora Medyayî ya Rûdawê di warê podkastê de, roj bi roj wergirên podkastê zêdetir dibin.

Tenê di demsala borî de, zêdeyî 100 milyon temaşevanên podkastên Rûdawê li ser medyaya civakî hebûn.

Zêdeyî 20 milyon û 600 hezar bînerên podkasta (Bîranînên Dojehê) hebûn. Zêdeyî 16 milyon bînerên podkasta (Zar û Netewe)yê hebûn. Zêdeyî 9 milyon bînerên podkasta (Deng û Awaz) hebûn. Zêdeyî 13 milyon bînerên podkasta (Bazar)ê hebûn û nêzî 5 milyon bînerên (Legel Adem) hebûn. Podkastên me yên din jî milyonî ne û bi milyonan kes li wan guhdarî kirine û dîtine.

Ev hejmara zêde ya guhdar û temaşevanên podkastên Rûdawê nîşan dide ku wergirên Tora Medyayî ya Rûdawê hêja ne ku baştirîn berhem pêşkêşî wan bên kirin û ligel guhertinên teknolojîk bi zimanê Kurdî û di siberojê de bi zimanên din jî bi nûtirîn pêşketinan re bibin nas. Rûdaw hertim yekem dimîne, ji bo ku wekî medyayeke niştimanî hemû zanyariyên nû bi we re parve bike.

* Rojnamevan û Rêveberê Radyoya Rûdawê

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bahoza Tel Evîvê

Tişta ku qewimî, encama lihevkirineke veşartî û senaryoya gelek bûyerên nediyar di çend hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ye