Çiyayê Evdilezîz, di dîroka kevnar de bi navê (Çiyayê Homan) dihat binavkirin. Li serdema nêzîk wek çiyayê (Kezwan) dihat naskirin. Ji aliyê ceolojî ve ew wek zincîra rojava ya çiyayê Şengalê ye, li semta Şengalê dirêj dibe, digel ku pozên wan nêzîkî (50) km ji hev dûr in.
Çiyayê Evdilezîz (30) km dikeve başûr rojavayê bajarê Hisiçe, dirêjahiya wî nêzîkî (90) k.m ye, pehinbûn di navbera (11-15) k.m ye, bilindbûna wî ji (350) metrî digihije (880) metran li lûtkeya Recim Berzan, ta (940) metran li lûtkeya Merqib Elî, dimîne wek bilindtirîn çiya li devera Cizîrê ta çemê Firatê.
Gelek cure û rengê dar û giya lê hene, bi taybetî darên kezwan, berû guncok û behîv, giyayê Zater, beybînok û neene lê heşîn dibe, gelek balinde wek kew û sûsikan lê dijîn. Serê sedî 50% ji zeviyên çiyê bi fermî hatine parastin wek jîngeh, bi alîkariya NY proje berdewam bû, ta ku mezintirîn dever ji xwedîkirina xezalan lê ava bû.
Navê çiya yê dawî ji nave şêx Evdilezîz hatiye. Li serê çiyê gora şêx Evilezîz yê neviyê şêx Evdilqadirê Gêlanî heye, herweha gora kurê wî Emer, ew herdu tirb wek şûnwarekî pîroz ji mêjve hatine naskirin. Ewî şêxî çiya ji xwe re kir çeper da li hember Selîbiyên Firence raweste, û bi gelek çekdaran ve li çiyê niştecî bibû, berî nêzîkî (840) salan bi hewara Selahedînê Eyûbî ve hatibû. Ji ber wê armanca serbazî li naverasta çiyê kelehek ava bûye, gelek siwarên kurd li kelehê diman û niştecî bibûn, ew keleha kevnar îro bi navê Sukera tê naskirin. Siwarên Kurdan li serê çiyê berdewam dijîn ji ber ku Ifrenc pêşve hetibûn ta bajarê Serêkaniyê li wê serdemê dagîr kiribûn.
Gora Şêx qub lê ava kiribûn, ji ber di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin ku Evdilezîz kurê Mihyedînê kurê Ebdilqadir kurê Salih Mûsayê Cengî Dost e, yên li dawiyê dibin kurê Elî bin Ebû Talib (Elî yê Şêr), rastî çawa be şêxê me wek kurdekî li serê çiyê di navbera salên (580- 602) koçî de jiyaye, gelek gorên naviyên wî li wî warî hebûn, lê mixabin gelek ji wan ji aliyê hikûmeta Sûrî ve berî çil salî hatin wêrankirin, ji ber li ser kêla wan goran bi zimanê kurdî nav û helbest hatibûn nivîsandin, ew kiryar bi mebesta ku tu nîşanê kurdbûna wî çiyayî nemîne. Li cem Mezarê şêx kevne mizgevtek heye, gelek caran wêran bûye, cara dawî li sala 1890 z hatiye nûjenkirin.
Ji sedê salan ve, misilman ji deverên dora çiyê û ji dûrve tên mezargehê, li gor urf û adetan xwarinê çêdikin, li herkesên li wir belav dikin, nimêj û dua dikin, û wek her warekî kurdan yên dîrokiyê pîroz (Dara Miradan) jî li wir heye, rêwengî diçin bin Dara Miradan, terîşên rengîn lê girêdidin û hêvî û umîdan ji xwedê dixwazin…
Herdem guvaş li kurdên çiyê dibûn da ku wî warê pîroz çol bikin, û yên li nêzîkî çiyê biwar bûyîn jî zû war û gundên xwe berdin. Di gel wê yekê jî (18- 20) gundên kurdan li pesara bakurê çiyê hene, piraniya wan hatine valekirin û wêrankirin.
Çiyayê Evilezîzê cihekî stratejî ye, ji bo parastina herêma Kurdî li Cizîrê gelekî giring e. Rizgarkirina wê ji destê terorîstên DAIŞê serkeftinek mezin û pîroz bû. Lê ji bo parastina wê proje û armanca siyasî pêdivî ye zelal bibe, û gerek e xelkên wir yên Ereb bên hembêzkirin. Ya gelekî pêwîst ji bo parastina çiyê ew e ku gundên kurdan bên avakirin û gundî vegerin ser zeviyên xwe.
Rast e parastina tevahiya çiyayê Evdilezîz barekî giran e, bê çekên nû û alîgiriya hêzên navdewletî naçe serî, lê mana li serê çiyê rewşek siysî, ewlekarî û rewşenbîrî peyda dike. Çiyayê Evdilezîz sembol û sernavê man û berxwedanê ye, ji ber herdem Kurdan berevanî li ax û miletê xwe kiriye, ev çiya nîşana herî diyar a berxwedana kurdan li serdemê Eyûbiyan e, ji çaxê şêx Evdilezîz ta roja îro şervan û siwaran kurdayetî li herêmê diparastin.
Li heyva gulana 2015 gava keç û xortên kurd çiyayê Evdilezîz ji bin destê dujminê mirovatiyê derxistin, ew warê pîroz rizgar kirin, gihiştin ber Dara Miradan, kefiyên kesk, sor û zer bi çiqilê darê ve girêdan. Dara Miradan bi hatina wan keyfxweş bû…ew dara ji mêjve tî bû, ji demek dûr ve siwarên kurd nedîtibû, Dara Miradan ji mêj ve li benda hatina wan keç û lawan bû…Ji ber ku çiyayê Evdilezîzê gelek êrîş şikandin, û gelek dagîrker û talanker rawestandin…Ji ber ku mirada keç û xortên ya mezin bibe, û da ku zarokên şehîdên me gelekî li benda xewnên xweşî û serbestiyê nemînin, û da ku canê pakrewanan li bin xaka Kurdistanê aram bibe, û da ku hemî Darên Miradan li seranserî çiyayên Kurdistanê zû bersiva evîndaran bidin, û ta ku zû penaber û rêncber vegerin warên xwe…
Ji ber van armancan xebatek dijwar gerek e, hevkarîk û birayetîk nû pêwîst e… nexşeyeke nû ji hevkarî û rizgariya çiyayên din, û darên din re divê, wek ku ew Dar hemî li hêviya bersivên me ne, nifşên bên ji keç û lawên me ew jî li benda nameya hebûn û serxwebûnê ne.
Çend dîmen ji çiyayê Evdilezîz
Aliyê bakurê çiyayê Evdilezîz
Dr. Azad Elî li bin dara Miradan
Kelha Sukera
Quba Şêx Evdilezîz
Dara Miradan li çiyayê Evdilezîz



