Di derbara Selahattin Demirtaş de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, tê zanîn û ev berteka serokê dewleta tirk jî: "Biryarên DMMEyê ji bo me ne girêdêr in. Heya îro li ser bûyerên bi rêxistina terorê re têkildar gellek biryar dane. Hemû jî li dijê me ne. Emê gavên xwe bavêjin." Ez dev ji "girêdêriyê" berdidim, ez dê we bibim çendek "bûyerên bi rêxistina terorê re têkildar":
Keça xame Şûkran Aydin, 20.06.1993
Li gundê Taşîta Dêrika Çiyayê Mazîya Mêrdînê rûdinişt. Leşkeran avêtin ser gund. Rasterast çûn mala Şûkranê. Ew bi malbata wê re, girtin. Li Liqa Cendermeyan a Dêrikê, jin û mêr xistin hicrikên cuda û lêdana sêrojî.
Ji wan ciyê stareyên gerîlayan dixwestin. Nizanîbûn. Bizanîbûna, dibe ji ber ezab û destdirêjahiyê bigotana. Fermandarê leşkeran, bi êrîş tecawizê Şûkranê kir. Roja çarê ew birin serê çiyê. Berik berdan, bi mirinê tirsandin. Li wir ew berdan û çûn.
Şûkran keçeke bizirav bû, bêzar nebû. Ji bijîşk raporê destdirêjahiyê stand. Doz li tecawizkar vekir. Rojnameya Ozgur Gundemê, êrîş da. Bûyer çû Parlamenê.
Dozgerê Dêrikê, rê li ber girt. Dosye çû DMMEyê. Şûkranê li Strasburgê, êşa xwe ji mafnasên ewropî re got û Tirkiyê ji tecawizê mehkûm kir. Parêzgerê wê, sola weke şimikê, kirasê tenik, helwesta şermok, lê biryardariya wê, qet ji bîr nedikir.
Roja hilbijartina şaredariyan, 26-27.03.1994
Balafirên tirk, li Şirnexê li gundên Gewer, Bêavê, Bêsûkê; li Şirîşa Qilabayê; li Şax û Heblera Cizîra Botanê dan, 38 gundî kuştin; Gewer: Mehmet (63), Ayşe (64) û Adil Uygur, Omer Kalkan (39), Ibrahim Duran (50), Abdulkerim (2), Elmas (37), Mirza (3), Şerife, Mehmet (15), Şaban (9), Irfan (6) û Xunaf Yildirim (3), Mehmet (37), Çiçek (2), Ali (6), Ayşe (1), Abdurrahman (4), Omer (12) û Brûsk Benzer (36), Xanê (15), Hatice (54) û Kerime Altan; Bêsûkê: Şewrê, Xoxê (60), Xanê (40), Ayşe (65) û Newroz Bengin (6) Şemsi (18), Zahide û Kıraç (2) û Fatma Bedir (3); Şax û Hebler: Ahmet Ceren, Selamet Inegol, ji Şirîşê Meryem Şen (55) û Salih Şen (65).
Gundiyên Gewerê erjeng perçiqîbûn, ji hev cudakirina jin û mêran nedibû. Ew bi komkî avêtin çalan. DMMEyê, dewleta tirk bi 2 mîlyon û 305 hezar Euro cirmdayînê ceza kir (Mijdar 2013). Di serdema serokwezîriya Erdogan de, Wezîrê Veguhastinê Binali Yildirim, nasnameya balafira bombe avêtî, saeta wê û rêgeha firînê eşkere kir û herwiha tevkarî li biryara dadgehê kir!
Mehmet Şerif Avşar (28), 22.04.1994
Li Yenişehira Amedê, pênc cerdevan û du kesên ji JİTEMê, heft kesên çekdar çûn kargeha Baran Zibil Cotyarî ya avalên çandiyariyê. Avşar girtin û bi du trimbêlên bi pîlaqeyên "21 AF 989" û "21 T 1127", ji ciyê bûyerê dûr ketin.
Endamên malbatê heya Fermandariya Alayiya Cendermeyan ya li Saraykapiya Amedê ew şopandin. Ew der, navenda JITEMê bû. Mirov sax diketê, mirî derdiket.
Komela Mafên Mirovan ya Tirkiyê (IHD), Rêxistina Bexşa Navnetewî (ai), Dezgeha Yekîtiya Nivîskaran ya Navnetewî (PEN), Federasyona Rojnamevanan ya Navnetewî (FIJ), Projeya Mafên Mirovan ya Kurdistanê (KHRP), ketin keftûleftê. Têrê nekir. Termê Avşar, li nêzikî gundê Toprakli yê Farqînê dîtin, du berik berdabûn serê wî. Li gorî raporê otopsiyê; 27-28.04.1994ê hatibû kuştin.
Pênc cerdevan ji gundê Sinê yê Hezroya Amedê Omer Gungor, Feyzi Gokçen, Yaşar Gunbati, Aziz Erbek û Nevzat Akçil bûn. Du kesên JİTEMî; aşarte-kujer Mesut Memedoglu û binevser Gultekin Sutçu bûn. Sutçu, 2006ê xwedêgiravî li ser rêya Bulgaristan-Tirkiyê dihat girtin. Bi sedemê "Demborînê", ew serbest berdan.
Doza Avşar, 5.07.1994ê li Amedê li Dadgeha Cezayê Giran a 3mîn dest pê kir, 2000ê qediya. Omer Gungor tenê ceza stand (20 sal). Dosye çû DMMEyê. Biryar, 2001ê derket: "Tirkiyê doz rast nemeşandibû. Can û mal neparastibû". Tenê 148 hezar lîre ceza da dewleta tirk.
Komkujiyên Lîva Komandoyên Çiya ya Boluyê, Gulan 1994
18.05.1994, leşkeran avêtin li ser mezrika Cûmarê ya gundê Entaxa Licê. Emin Çelik, Mehmet Turan û Fatih, Abdulbaki, Hilmi, Mustafa, Fahri, Ekrem, Ramazan û Mehmet Ali Bulut girtin. Ew li Licê du roj girtin. Li wir Emin Çelik, Mehmet Turan û Fatih, Abdulbaki û Hilmi Bulut serbest berdan. Mustafa, Fahri, Ekrem, Ramazan û Mehmet Ali Bulut girtî man.
Termê Fahri Bulut 6.06.1994ê dîtin, lê ne tenê, li balê termê Mehmet Ilkkaya hebû, ew 14.05.1994ê li gundê Sîsê yê Licê girtibûn. Qedera yên din, ne diyar bû. DMMEyê, ji bûyerê dewleta tirk bi cirmdayînê mehkûm kir.
24.05.1994, leşkeran ji mezrika Deveboyu ya gundê Çaglayana Pasûrê, Hasan, Mehmet Selim û Cezayir Orhan bi xwe re birin. Ew li qereqola leşkerî ya Licê girtin. Hemû hewqas. Bûyer çû DMMEyê. Tirkiye bi cirmdayînê mehkûm bû (18.06.2002).
Kuştina kevnecerdevanan, Çile 1996
9.01.1996ê, leşkeran, ji gundê Sewazîyê yê Basayê; Abdullah û Neymettulah Ilhan, Ramazan Oruç, Ahmet û Halit Kaya (72), ji gundê Gerê Ali Nas, bi sûcdariya "piştevaniya PKKê" girtin. Çendek ji wan, kevnecerdevan bûn.
14.01.1996ê ji gundê Bizina bang li cerdevan Abdulhalim û Abdurrahman Yilmaz, Mehmet Oner (63) û Lokman Ozdemir (19) kirin, xwedêgiravî wê zerevaniya kesên binçavkirî bikiran. Ji gund, minîbusa Beşir Nas bi pilaqeya "56 AH 320" hebû. Gundî bi awayekî çavgirtî û bi rûniştekên minîbusê ve girêdayî, ji Tabura Taşkonakê bi rê ketin. Bi wan re tenê du çawîşên pispor û leşkerek hebûn.
Gellek dem neborî. Gundiyan dengên çekan seh kirin. Helîkopter difirî. Danê êvarê gundî gihiştin ciyê bûyerê. Dimen erjeng bû. Weke seradê li minîbusê hatibû. Şewitî bû. Ji bilî Beşir Nas, cendekên 10 gundiyan bûbûn rejî. Tenê piyekî nîvşewitî mabû. Ajoker Beşir Nas li xwe dabû ku bireve, mixabin, ji barana berikan nefilitîbû. Çi sosret! Tiştek ji çawîşên pispor û leşker nihatibû.
Ji bo dewletê: "Komkujî karê terorîstan bû". Ji bo gundiyan "ew karê leşkeran bû". Doz çû DMMEyê. Tirkiyê, ji bo her mirî bi 15 hezar Euroyan hat cezakirin.
Windayiyên serheng Levent Ersoz, 2001
Fermandarê Alayiya Cendermeyên Şirnexê Ersoz, telefonî malbata Serdar Taniş dike; "Kurê dê bibe serokê HADEPê ya navçê, em dê wî bikujin". 21.01.2001, Tanişê li Sîlopîyê serokê HADEPê û rêvebirekî din ê HADEPê yê navçê Ebubekir Deniz tên girtin. Hevalên wan, wan dibin heya deriyê Fermandariya Cendermeyên Sîlopîyê.
Saet 4.30ê Deniz û Daniş, destên wan girêdayî, devên wan bandkirî, dixin bagaja Broadwayê. Bi sê trimbêlan bi rê dikevin. Levent Ersoz, Ismail Comert, Selim Gul (Gur), Abdullah, çawîşê pispor Ali Kemal û serçawîş Veli hene. Diçin sêgoşeya Iraq, Tirkiye û Sûrîyê", dera ku ava Hêzil û Cizîrê digihiştin hev. Girtî di rewşeke xerab de bûn. Rê, 15-20 km bû. Ew bi zorê xistibûnê bagaja teng. Ersoz ji Danış re dibêje, "Min ji te re got, hişê xwe bide serê xwe" û bi G-3ê berikekê berdidê. Kuvan winda dibe, lê digerin, wê dibînin. Dûvre Ali Kemal û Veli, herduyan gulebaran dikin. Ji bo termveşartinê, Selim Gul (Gur) û Ali Kemal li wir dimînin.
Ji bo DMMEyê, windakirin karê leşkeran bû. Tirkiyê bi 170 hezar Euro cirmdayînê mehkûm kir.
Ugur ê 12 salî çawa kirin "terorîst"?, Mijdar 2004
Ugur Kaymaz, li dibistana seretayî di pola pêncan de bû. Bi malbatî li Qosera Mêrdînê rûdiniştin. Sê bira û xwişkên wî hebûn. Pîrika wî jî bi wan re rûdinişt. Bav Ahmet xwedî kamyon-tankerekê bû. Carnan bav, Ugur jî bi xwe dibir. Ugur hê di biçûkayiya xwe de gellek bajar dîtibûn û mirov nas kiribûn.
19.11.2004ê li malê keftûlefteke mezin hebû. Bav derdiket rêwîtiyê, diçû Iskenderunê. Amedekariya wê dikir. Saet 16.30-17.00ê bû. Dê bergeş rast dikir, mêrê wê jî betanî û kelûpelên din li kamyonê dikirin. Ugur alîkariya bavê xwe dikir. Di piyên wan de şimik hebûn. Lez dikirin, xwarin li ser bergeşê li benda wan bû. Kamyon ji malê 40-50 metre wêde bû. Nihatin xwarinê. Dengên berikan li ser hev û zûzûka bûn.
Piştî 20 deqîqeyan deng çikiyan. Ugur li ber kamyonê li ser çokên xwe ketibû, stûyê wî pêşve ketibû. Ji her derê xwîn diherikî. Li tenişt, bavê jî di nav xwînê de bû. Bêcan bûn. 21 berik xwaribûn: 4 li destên çep û rast, 9 li pişt 13 berik para Uğur, 8 jî yên bav bûn. Ji nîv metrê nêztir berik berdabûn wan.
Polîsên kujer; Mehmet Karaca, Yaşefettin Açikgoz, Seydi Ahmet Tongel û Salih Ayaz, bi mehneya "bergirî û xweparastinê" serbest man (18.04.2007). Biryar çû Dadgeha Bilind. Hezîrana 2009ê, rûspîkirina polîsan hat pesendkirin.
Nêrîna DMMEyê, cuda bû. Dewleta tirk sûcdar dît û bi 70 hezar Euro cirmdayînê ceza kir (Adar 2014). Dadgerên DMMyê, ji parêzgerên dewletê ev jî pirsîn: "Ma ti liberxwedana Ahmet û Ugur hebû? Çima hewqas zêde berik? Çima ile kuştin?"
Çi têkiliya van, bi 'rêxistina terorê' heye?
Mînakên jorê, ne bi dehan, ne bi sedan, lê bi hezaran hizir bikin. Qurbanî hemû sivîl in. Bûyerên mijara DMMEyê, ev in. Mirov dikare DMMEyê rexne bike, lê divê rexnegir Kurd bin, ne dewleta tirk, ji ber ku ew hedî dixebite û çavê xwe ji gellek sûcên dewleta tirk re digre. Mijar gellek girîng e. Dosyayên DMMEyê, eşkere nîşan didin, ka kî terorîst e. Dosya, li himberî gelê kurd, belge û doznameya nîjadkujiyê ne, him jî bi pesendkirina hiqûqa navneteweyî.
Raman û nêrînên di nav gotarê de aîdî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e)


.webp&w=3840&q=75)
